Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 27 salin di pergala qirkirina qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Rêber Apo lbi berxwedana dîrokî komploya nawneteweî val derxist û deriyê azadiyê li gelan vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li ser hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo û êrîşên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ANF’ê re axivî.
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ev sed sal in pirsgirêkên Tirkiyeyê dewam dike û wiha got: “Nêzî 40 sal in jî dibe sedema rizandin û hilweşîna aborî û enerjiya vî welatî. Cara yekemîn e ku ji bo çareseriya meseleya Kurd firsendeke dîrokî heye. Birêz Ocalan hewl dide rêyeke dîrokî biafirîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku herî zêde desthilatdariyê eleqedar dike, herî zêde divê ew bibin aliyek û li ser aştiyê biaxive, qeyûm datîne ser şaredariyên me, deste datîne ser îradeya gel.
Ev yek nîşan dide bê desthilatdarî çiqasî ji dil e. Em bi desthilatdariyeke ne ji dil re rû bi rû ne. Kar û kiryarên vê desthilatedariyê hîn ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve baş nehatiye fêhmkirin. Bi rastî jî aştiya civakî dixwazin? Naxwazin? Zehmet e ku bê fêhmkirin. Gava mirov bala xwe didin ser pratîka desthilatdariyê, dibîne ku ew mejiyê tekperest, înkarê dewam dike. Vî mejî Tirkiye ber bi kendêl ve dehf daye; hem li hundir hem jî li derve qîmetê Tirkiyeyê têk biriye, tine kiriye.”
Tûncer Bakirhan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û got, “Niha li cîhanê gelek welat hene ku dixwazin meseleya Kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe, Kurd li Tirkiyeyê bibin xwedî mafên xwe yên demokratîk û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî statuyekê be. Cara yekê ye ku raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dixwaaze ev mesele bi rêyên demokratîk çareser bibe. Cara yekê ye ku bala raya giştî ya Tirkiyeyê li banga Birêz Ocalan e, hêviyê destpê kiriye. Lê belê em bi mejiyekî welê re rû bi rû ne ku dixwaze vê yekê têk bibe, aştiya civakî asateng bike. Ev mejî di rêyeke şaş de ye. Rêya ku ev mejî tê de ye ne ti rê ye. Cihê ku ev rê bigihêjê jî tenê rageşî ye; tê wateya ketina nava kaosê ya bi salan.
Em bang li desthilatdariyê dikin ku bi aqlê selîm, bi mirovane û wijdanî tevbigere. Ma dibe ku îradeya gel sê caran bê dizîn, bê desteserkirin? Tu sê caran têk çû, ji 14’an 14 winda kiriye. Wê demê ev mirov nêzîkatiya te ya li meseleya Kurd qebûl nakin. Qeyûmên ku te du serdeman tayîn kiriye qebûl nake, xisara ji ber qeyûman bi xwe dîtiye, hîs kiriye û li gel vê yekê careke din xwedî li îradeya xwe derketiye. Li şûna ku dersê ji vê werbigire, ev desthilatdarî dersê jê wernagire.
Birêz Ocalan bi rengekî ji dil, bi nêteke baş, bi hestên şoreşgerî dixwaze ji zemîna çek û şer derbasî zemîna siyasî bibe. Birêz Ocalan ji bo vê di nava hewldan û karekî berfireh de ye. Bawer bikin, me li 41 bajaran civîn li dar xistin. Li her devera ku em jê derbas bûn, hêvî û bendewariyeke gelekî mezin heye. Girîngiyê didin banga Birêz Ocalan. Ji ber vê jî em bang li desthilatdariyê dikin ku guh bidin gel û civakê, bi vê pêvajoyê re be, piştgiriyê bide vê pêvajoyê, ji bo ev firsend baş bê nirxandin dijminatiyê li Kurdan neke. Ji ber vê yekê em li Wanê ne.
Bakirhan destnîşan kir ku xelkê Wanê li hemberî desteserkirina şaredarî û îradeyê berxwedaneke mezin dike û got, “Li Wanê beriya ku qeyûm bê tayînkirin, xelkê Wanê xwedî li îradeya xwe ya xwecihî derdikeve. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi deh hezaran endamên hêzên ewlekariyê xistine navenda Wanê. Hema bibêjin hemû kolan, tax hatine girtin. Êşkenceyeke giran heye. Êrîş û zexteke gelekî giran heye; li hemberî parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên me, gel, zarok, ciwan û jinan. Bi tundiyeke ewçend giran hewl didin mirovan bi zorê bêdeng bikin.
Bila desthilatdarî vê ferasetê êdî biterikîne. Hûn pêncî carî jî qeyûm li Wanê tayîn bikin, bawer bikin ev gel wê we li vê derê nehêle, wê we hilnebijêre, wê we weke îradeya xwe nebîne. Wan baş zane bê kî li dijî Kurdan e, kî li dijî mafên demokratîk ên Kurdan e. Lewma ez bang li desthilatdariyê dikim ku vê firsenda Birêz Ocalan baş binirxîne, vê pirsgirêka ku li Tirkiyeyê her tiştî demildest derbasî ser zemîneke demokratîk bike, bi rêya diyalog û danûstandinan çareser bike. Rêyeke din nîne. Ya em ê bi kaos û krîzê di nava rageşî û şerê li Rojhilata Navîn de bi fikaran bijîn, ya jî em ê aştiya civakî pêk bînin û Tirkiyeyê bikin modeleke demokratîk li Rojhilata Navîn. Yê ku biryardarê li ser vê yekê bide desthilatdarî bi xwe ye. Kurd û dostên wan di vê mijarê de ji dil in.”