Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Tundiya li ser koçberan bû pirtûk

Li ser hewldana koma çep a GÛE/NGL a redîkal a Parlametoya Ewropayê torek ji rêxistinên civaka sivîl tundiyên li hemberî koçberên ên li ser sînorên YE’yê kir pirtûk

Navenda Nûçeyan

Li ser hewldana koma çep a GÛE/NGL a redîkal a Parlametoya Ewropayê torek ji rêxistinên civaka sivîl pirtûka reş a tundî û nêzîkatiyên xirab ên li hemberî koçberên li sînorê Yekitiya Ewropayê nivîsand. ‘Pirtûka reş a têkildarî vegerandinê’ ji hezar û 500 rûpelî pêk tê û xwe dispêre agahiyên nêzî 900 kesî. Bûyerên di pirtûkê de herî kêm 12 hezar û 654 kesî eleqedar dike.

Bûyerên di pirtûkê de derbas dibin, bûyerên ji sala 2017’an û vir ve  li Îtalya, Slovenya, Maceristan, Yewnanistan, Hirvatistan li gel welatên Balkanan ên weke Sirbistan û Bonsna yên derveyî YE’yê pêkhatine, vedibêjin.

Pirtûka ku ji aliyê rêxistina sivîl a bi navê ‘Border Violence Monitoring Network’ ve hatiye amadekirin, tundiya mîna bi dar, dizî, şewitandina amûrên kesî, êrîşa bi kûçikan li xwe digire.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Belga ya Belçîkayê parlamentera GÛE Cornelîa Ernst ev tişt gotiye: “Em li pêşberî bûyerên tundî, êrîşên dawî neyên û dadîst ên ne ji êşên dîktatorên bê rehm kêmtir in re hejiyan.”

Ernst bi domdarî diyar kir ku ev pirtûk dê ‘ji bo dawîanîna van sûcan û hikûmetên ji van çalakiyan berpirs’ bi kêr be.

Pirtûka di asta belgeyê de ye, roja înê radestî Komîserê Karê Hundir ê Ewropayê Ylva Johansson hat kirin.

Johansson ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Vegerandin ne li gorî mevzûat û mafê strirîn ên Ewropayê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar