Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Turk: Feraseta ku kurdan tune dihesibîne têk çû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku ji ber hinek kêmasiyan, wan li Mêrdînê çend navçe winda kirine. Turk diyar kir ku îktîdarê li bajarên weke Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê winda kiriye û ev nirxandin kir: “Ev pêşketineke girîng e. Em dibêjin ku feraseta ku kurdan tune dihesibîne, têk çûye.”

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk têkildarî encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ahmet Kanbal re axivî. Turk da zanîn ku niha ketin û derketina ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û xebitandina makîneyan qedexe ye. Turk destnîşan kir ku ew nizanin bê ka li wir çi diqewime û wiha got: “Ev tiştekî bi xêrê nîne. Dixwazin tiştekî veşêrin. Dixwazin tiştekî biguherînin.”

Ahmet Turk diyar kir ku hilbijartin di bin zextan de pêk hat û wiha berdewam kir: “Mudaxele hatin kirin. Hiqûq hat binpêkirin. Hilbijartineke demokratîk pêk nehat. Helbet me li çolteran ji ber zextên zêde, encama ku dixwest bi dest nexist. Du navçe jî me ji ber kêmasiyên xwe winda kirin. Encamên hilbijartinê ya li herêmê, bersiva li dijî polîtîkaya qeyûman bû. Divê hikûmet vê îpoteka ku daniye ser îradeya gel, baş bibîne. Divê siyaset û dinya vê îpotekê bibîne.”

Gel ji AKP’ê re got; ‘rawest e’

Di berdewamê de jî Turk bi lêv kir ku desthilatiyê tevî ku hemû derfetên dewletê bikar anîn jî bi ser neket û wiha axivî: “Gel, ji polîtîkayên şaş ên îktîdarê re got; ‘rawest e’. Divê ji vê yekê ders derxînin. Heta li Tirkiyeyê demokrasî, edalet, hiqûq, nasname û çand neyên azadkirin, ne mimkune ku demokrasî bê Tirkiyeyê. Dem ew deme ku em hemû ji bo siberojê projeyên nû pêş bixin. Ev yek jî muxalefet û desthilatê pêkan e.”

Windakirina bajarên metropol

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk wiha dawî li axaftin xwe anî: “Bi qasî hilbijartina li herêmê, yên Stenbol û Enqereyê jî girîng in. Me têkoşîna demokrasiyê da û em ji bo siberojeke demokratîk û azad têdikoşin. Xuyaye ku li Tirkiyeyê guherîn û veguherînek ketiye rojevê. Îktîdarê li bajarên weke Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê winda kir. Ev pêşketineke girîng e. Em dibêjin ku feraseta ku kurdan tune dihesibîne, têk çûye.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar