Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 11 Haziran 2025

Uca: Kesên ku jinên êzdî li Dîlokê difirotin bi lez hatin berdan

Parlamentera HDP’ê Feleknaz Uca Cejna Êzî li hemû civaka êzdî pîroz kir. Uca bal kişand ser qirkirinên li dijî civaka êzdî û got; ‘Fermana herî dawî barbarên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa sala 2014’an de li Şengalê pêk anî. Jinên êzdî li Dîlokê hatin firotin û tevî belgeyan jî, bersûcên wan hatin berdan.’

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknaz Uca li meclisa dewleta tirk ji bo Cejna Êzîdiyan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Feleknas Uca di desptêkê de Cejna Êzî li civaka êzdî ku li tevahiya dîrokê hatine koçberkirin û qirkirin pîroz kir û wiha domand: “Hêvî dikim ku rojiya wan qebûl bibe. Civaka êzdî her kanûnê 3 hefteyan 9 rojan rojî digirin û piştre Cejna Êzî pîroz dikin.”

73 ferman bi bîr xist

Uca bi bîr xist ku ji ber ziman, çand, nasnameya kurdî û baweriya êzdayetiyê, 73 carana ferman li civaka êzdî hatiye rakirin û wiha pê de çû: “Fermana dawî jî di 3’yê tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anî. Di fermanê de 3 hezar jin û zarok hatin revandin û hê jî aqûbeta wan diyar nîne.”

‘Jinên êzdî li Dîlokê hatin firotin’

Di berdewamê de jî Uca bi lêv kir ku jinên êzdî yên ku DAIŞ’ê revandin, di sala 2016’an de bi rêya bûroyên li Dîlokê di ser bazarên dijîtal ên koleyan de hatin firotin û wiha derbirî: “Li gel delîlan jî, bersûcên ku ji gelek dosyayan dihatin darizandin bi bayê bezê hatin berdan. Li gel fermanê jî êzdî li Şengalê man. Çeteyên barbar ên DAIŞ’ê ku li bajarên kurdan hatin bicihkirin, sûcê dijî mirovahiyê dikin. Li Rojava kurdên misilman û êzdî û hemû gelên din têkoşîna li dijî qirkirinê didin.”

Herî dawî jî Uca got ku li bakurê Kurdistanê jî milkên êzdiyan hatine desteserkirin û dema ku dixwazin xaka xwe bistînin jî rastî êrîşan tên. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar