Navenda Nûçeyan |
Vîrûsa Koronayê ku ji ewil li bajarê Vuhanê yê Çînê lê rast hatibû, roj bi roj belav dibe. Bi taybet jî li Çînê hejmara kesên ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêdetir dibe. Rayedarên Çînê piştî bajarê Vuhanê, niha jî bajarê Wenzhou ku 800 kîlometreyan dûrî Vuhanê ye xistin karantînayê. Li Çînê heta niha zêdetirî 300 kes ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku yekemîn kesê li derveyî Çînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da, li Filipînê bû. Hate ragihandin ku kesê navborî ji bajarê Vuhan ê Çînê bû.
Welatan deriyên xwe ji Çînê re girtin
Li gelemperiya cîhanê gelek welatan deriyê xwe li veguhestina komî ya ji Çînê re girtin. Ji ber vîrûsa ku mirov ji hev pê dikevin heta niha 14 hezar li 24 welatan bi vîrûsê ketine. DYA, Awûstralya, Zelandaya Nû, Iraq û Îsraîlê deriyên xwe li mirovên ji Çînê tên girtin. Mogolistan, Rûsya, Nepalê jî sînorên xwe yên bi Çînê re girtin. Papûaya Nû Gîne jî ji roja çarşemê ve deriyên xwe li Çînê girtiye.
Filipînê jî ku kesekî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Filipînan hemû deriyên xwe li rêwiyên ji Çînê girtin. Brîtanya, Rûsya û Swêdê jî ragihandin ku dawiya hefteyê hin kes bi vîrûsê ketine. Îtalya û Cezayîr ji bo welatiyên xwe yên li Çînê bînin dixebitin.