Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Vîrusa Koronayê Newroz da betalkirin

Xebata Tifaqa Kurdistanî ragihand ku li bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê îsal çalakiyên girseyî yên pîrozbahiyên Newrozê hatine betalkirin

Partî û pêkhateyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, diyar kirin ku Cejna Newrozê ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.

Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, Partiya Azadî, DDKD, PÎA, KKP, KDP-Bakur derbarê Cejna Newrozê ya di 21’ê Adarê de li avahiya KCD’ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku Cejna Newrozê ya ku bi girseyî dihate pîrozkirin, ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin. Di daxuyaniya ji bo Newrozê de ev tişt hate diyarkirin: “Wekî ku tê zanîn di 11’ê Adara 2020’an de me daxuyaniyeke hevpar dabû û diyar kiribû me ji bo Cejna Newrozê ya bi coş û heybet xebatên xwe yên amadekariyê daye destpêkirin.

Lê ji ber rastiya koronavîrusê ya ku li hemberî mirovayetiyê bûye gefeke mezin, em bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re, du roj in nîqaşan dikin. Piştî nîqaşan derket holê ku li Tirkiyeyê jî vîrusa koronayê hatiye tespîtkirin û li gorî me tendirustiya gelan li ser her tiştî ye, ji ber vê jî me biryar da ku betalkirina pîrozbahiyên Cejna Newrozê wê gelekî girîng be. Em ji gelê xwe û ji civaka navneteweyî re radigihînin ku çalakiyên girseyî yên Cejna Newroza 2020’an hatine betalkirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar