Ji 5’ê Çileyê ve xwendekara Zanîngeha Munzûrê ya 21 salî Gulistan Doku winda ye. Wezareta Karê Hûndir xebatên lêgerîna Doku rawestand. Her çiqasî di rojên dawî de, agahiyên ku rewşa bûyerê bi guherîne derketin holê jî, di dosyeyê de tu pêşketin tuneye. Xwişka Doku Aygul Doku, bertek nîşanî van nêzîkatiyên rayedaran dan.
Xwişka Doku, diyar kir ku piştî Walî Tûncay Sonel vekişandin navendê, xebatên lêgerînê hatin bi dawî kirin û wiha got: “Duh min hevdîtin bi Serdozgeriyê Dêrsimê re kir. Ji min re got, ji sedî 99 Gulistan di bendavê de ye. Madem xwişka min di avê de ye, wê demê çima xebatên lêgerînê rawestandin? Wê demê em ê çawan bawer bikin ku keça me di binê avê de ye? Yanî em ê çawan keça xwe di binê avê de bihêlin û biçin mala xwe?”
‘Gulistana me bidin me’
Dokû da zanîn ku gelek pirsên heyî bê bersiv hatin hiştin û wiha domand: “Nedîtina keça me, bi muemaye û rawestana xebatên lêgerînê muemayek hîn cudatire. Ji roja destpêkê ve ez dibêjim Gulistan întîhar nekiriye, hatiye kuştin. Lê dozger û rayedarên ewlehiyê, dibêjin ku danayên di destê wan de, wan ber bi avê ve dibin. Ez her roj li ser van danayên wan diçim ser pirê. Em vê yekê dixwazin; Wê demê bila keça me derbixin û bidin me.”
‘Em mijûl kirin’
Di berdewamê de Dokû da zanîn ku waliyê berê Sonel soza ku dê xwişka wê Dokû bibîne jê re daye û ev tişt anî ziman: “Walî Sonel ji min re soz da ku wê xwişka min bibîne. Midurê ÎŞKUR’ê Ozdemîr Aktaş ku bi talîmata walî Soner dihat, ji bo ku em raya giştî ava nekin hişyarî da me. Aktaş ji min re got, ‘Bi gel û çapemeniyê re ne axive. Bi kesekê re ne axive. Bêdeng be. Bila têkiliya te bi çapemeniyê re tune be. Tenê baweriya xwe bi Tûncay Sonel bîne. Wê Gulistan bide te.’ Me xwest em biçin Enqereyê, lê destûr nehat dayîn. Ji me re gotin, ‘neçin Enqereyê, aram bin. Sebir bikin.’ Ji me xwestin ku em baweriya xwe bi Tuncay Sonel bînin. Me jî bawer kir û me wisa fikirî ku wê cenazeyê keça me bidin me. Lê dema em îro li rewşê mêze dikin, heya niha em hatine mijûlkirin.”
‘Gelek mirov hene ku bên darizandin’
Dokû dest nîşan kir ku waliyê nû Mehmet Alî Ozkan dê dosyeya Gulistan ji nû ve bigire dest û wiha pêde çû: “Heya ku em keça xwe nebînin em ê ji vê derê neçin. Em nikarin qebûl bikin ku keça me hatiye kuştin. Bêyî ku tiştek hebe çima wê keça me întîhar bike? Berî ku Gulistan winda bibe, gelo çima Engîn Yucel, li Zaînal Abarakov û hevjîna xwe dixe? Wê şevê nepeniya hebû, çi bû? Gelo Gulistan wê şevê, di wê malê de çi hîn bû? Gelo çima wê şevê ronî nakin? Zaînal dibêje, şeva ku Gulistan winda bû, diçe li parkê lê digere. Miduriyeta Polîsan jî dibêje, ekîbên taybet neçûne. Lê Engîn Yucel, diyar dike ku ew ê çûyîna Zaînal a parkê ispat bike. Engîn Yucel di îfadeyên xwe de, vê gotinê vala nabêje. Divê ev agahî bê lêkolînkirin. Yanî di dosyeya Gulistan de gelek mirov hene ku bên darizandin.”
Bang li jinan kir
Her wiha Dokû di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hemû jinan kir: “Destûr nedin ku Gulistan bi vî awayî bê windakirin. Divê hemû kes bibin dengê Gulistanê.” DÊRSIM