Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Walîtî xwedî li polîsên hewl dan rojnamegeran birevînin derket

Polîsên ên ku li Êlihê terorê dimeşînin çend roj berê hewl dan rojnamegerên çapemeniya azad birevînin. Walîtiya Êlihê li xwe mikur hat ku kesên gef li rojnamegeran xwarin û hewl dan birevînin polîs in.

Deshilata faşîst a AKP-MHP’ê di salvegera dabeya siyasî roja 4’ê mijdarê şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dagir kir. Gel li dijî dagirkeriyê daketin kolanan û li ber xwe didin. Rojnamegerên ku faşîzma polîsên dagirker radigihînin bi êşkence û gefan re rû bi rû dimînin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA), nûçegihana JINNEWS’ê û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê pêr li Êlihê rastî gefxwarina kesên ji xwe re digotin “polîs” hatin. Dema rojnameger ji nûçeyê vedigeriyan, van kesan pêşiya wan girt û xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoran binçav bikin. Kesên behsa xeberê nasnameyên xwe nîşan nedan û bi lêdanê xwestin Akoren binçav bikin. Her wiha bi çekan gef li rojnamegeran xwarin. Polîsên faşîst li ser bertekên gel ji cihê bûyerê reviyabûn.

Walîtiya Êlihê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da. Walîtiyê got ku kesên behsa wan tê kirin polîs in. Walîtiyê îdia kir ku Akoren “propagandaya rêxistinê” kiriye. Li gel ku derheqê Akoren de biryareke binçavkirinê nîne jî rojnameger bi çekê gef lê hate xwarin û walîtiyê ev yek bi gotina “mudaxileya ji bo girtinê” parast.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar