Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Walîtiya Amedê nû bi talankirina Sûrên Amedê hesiya!

Walîtiya Amedê ku çavên xwe li talankirina Sûr û Bircên Amedê girtiye, piştî ku nûçeyên têkildarî mijarê derketin û bertekên raya giştî zêde bûn, daxuyanî da. Walîtiyê got ku kesên kevirên Sûran talan kirin hatine binçavkirin

Sûrên Amedê ev bi salane rastî talan û wêranê tên. Bi taybet jî di van demên dawî de dizîna kevirên Sûrê pir zêde bûye. Heta ku bi kamyonan kevirên Sûrên Amedê tên dizîn û li cihên cuda tên firotin. Tevî ku ev talan li ber çavên dewleta tirk dihat kirin jî, hêzên ewlehiyê dengê xwe nakin. Çend roj berê di nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) re ev mijar, careke din bû rojev.

Bi rojevîbûna mijarê re jî gelek derdoran bertekên tund nîşan dan. Lê tevî ku nûçeya têkildar çend roj berê hatibû weşandin jî walîtiya Amedê der barê mijarê de xwe li bêdengiyê danî. Walîtiyê piştî çend rojan, têkildarî mijarê îro daxuyanî da.

Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û ragihand ku yên Sûrên Amedê ku di lîsteya mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire talan kirin, hatine binçavkirin.

Têkildarî hejmara kesên hatine binçavkirin tu agahî nehatin parvekirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar