Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Wê gelek çapemenî û çevdêrên siyasî hilbijartinê bişopînin

Eyser Yasîn diyar kir ku wê 20 saziyên çapemeniyê yên navdewletî û 48 saziyên çapemeniya navxwe hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bişopînin. Yasîn anî ziman ku ji bo çavdêrîkirina hilbijartinê 13 hezar 478 çavdêrên siyasî û 2 hezar û 100 çavdêrên navxweyî navên xwe tomarkirine.

Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê wê di 20’ê cotmehê de pê were. Derbarê amadekariyên şopandina hilbijartinê ya ji aliyê saziyên çapemeniyê û çavdêrên siyasî ve, Berdevkê Komîsyona Navendî ya Hilbijartina Parlamentoya Herêmê ya li Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Eyser Yasîn ji ajansa nûçeyan a Iraqê re axivî.

Eyser Yasîn diyar kir ku Komîsyona Hilbijartinê di hemû aliyan de ji bo pêkanîna hilbijartinê amadeye û wê îşev dema propagandya hilbijartinê bi dawî were. Eyser Yasîn diyarkir ku piştî propaganda hilbijartinê bi dawî hat, wê kelûpel û amêrên dengdanê li navendên hilbijartinê yên her çar parêzgehên Herêmê bên belavkirin. Eyser got ku li gor plana ku wan daniye wê ev kar di rojên 15,16 û 17’ê cotmehê de pêkwere.

Di beşek din ya axaftina xwe de Eyser Yasîn eşkere kir ku heta niha 13 hezar û 478 çavdêrên siyasî li gel 2 hezar û 100 çavdêrên navxweyî ji bo çavdêrîkirina proseya hilbijartinê navên xwe tomarkirine.

Di dewamê de Eyser Yasîn da zanîn ku wê nûnerên 13 konsolosxane û 17 rêxistinên navdewletî hilbijartinê bişopînin. Ji bilî wê jî wê 20 saziyên çapemeniya navdewletî û 48 saziyên çapemeniya navxwe hilbijartinê bişopînin.

Wê roja 17’ê cotmehê dengdana taybet û roja 20’ê Cotmehê jî dengdana giştî ji bo hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê pêkwere. Hilbijartina vê carê wê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve were birêvebirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar