Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Wê tu astengiyê we me ne de sekinandin

Konferansa bi ser navê 'Em cîhana xwe dixwazin' ji aliyê rektorê zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Hauke Heekeren ve hatibû betalkirin ji bo ev biryar bê rakirin, Hevserokên Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ketin nav hewldanan.

Bi hewldana Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Almanyayê ye, Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Hauke Heekeren nehişt ku konferansa bi sernavê ‘Em cîhana xwe dixwazin’ li saloneke zanîngehê di 7-9’ê nîsana 2023’yan de bê lidarxistin.

Ji bo Prof. Heekeren biryara xwe biguherîne û deriyên zanîngehê li konferansê veke, di asta cîhanê de kampanya îmzeyan a zanyar û akademîsyenên naskirî dewam dike. Partiya Çep jî ku li Meclîsa Eyaleta Hambûrgê koma xwe heye, kete nava hewldaneke bi heman rengî. Hevserokên Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaûs ji bo biryara qedexeyê bê betalkirin nameyek ji Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Heekeren re şandin.

Ozdemîr û Boeddînghaûs fikarên xwe ji ber biryara betalkirinê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya vê konferansa bi beşdariya xurt a ji bo cîhana zanistiyê. Hevserokan ev bang li Prof. Dr. Heekeren kirin: “Em ji we dixwazin ku dev ji biryara xwe berdin ku demeke kurt beriya destpêkirina konferansê we dan û ji bo peydakirina rêyeke çareseriyê bi me re bikevin nava têkiliyê.”

Name ji Şaredar re jî hat şandin

Hevserokên Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaûs her wiha nameyek ji Şaredarê Hambûrgê Peter Tschentscher û alîkara wî Katharîna Fegebank re şandin û xwestin ku konferans mîna hatiye plankirin li kampusa Zanîngeha Hambûrgê bê lidarxistin. Rêveberên Partiya Çep ji şaredar û alîkara şaredar xwestin ku ji bo biryar bê betalkirin li Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê bikevin nava hewldanan.

Di vê navberê de li gel biryara qedexeyê ya li Zanîngeha Hambûrgê jî konferansa ‘Em cîhana xwe dixwazin’ wê di dema hatiye plankirin de pêk were. Ji amadekarên konferansê Tevna Lêgerîna Alternatîf (Network for an Alternative Quest) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku konferans wê li salona saziya bi navê  “Bürgerhaus Wilhelmsburg” di 7’ê nîsanê roja Înê de destpê bike.

Bernameya berfireh a konferansê û navnîşana wê li ser vê malpera Tevna Lêgerîna Alternatîf dikare bê peydakirin: https://www.networkaq.net/de

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar