Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Dêrsîmê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF) û Kongreya Avakirinê ya Dêrsîmê (DÎK) Festîvala Çandê ya Dêrsîmê ya 15’emîn a li Ewropayê di navbera 30-31’ê Gulana 2025’an de li Rebstockpark a Frankfurtê li dar dixin.
Festîval wê ji bo xwedîderketina li dîrok, çand û nasnameya Dêrsîmê bê lidarxistin.
Festîvala bi dirûşma ‘Ma xe Xorasan me, ne ki Tunceli! Ma Dêrsîm e’ wê li dijî asîmîlasyon, înkarkirin, hilweşandina ekolojiyê ji bo xwedîderketina li hebûna civakî û çanda Dêrsîmê pêk were.
Saziyên ku çalakiyê lidar dixin, bal kişandin ser polîtîkayên zordariyê ya dewleta Tirk a li ser xelkê Dêrsîmê û li dijî vê yekê banga tevlîbûneke xurt a ji bo festîvalê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Narkotî, qumar û fûhûş weke versiyona nûjen a Plana Şark Islahat li dijî ciwanên Dêrsîmê tê bikaranîn” û hate ragihandin ku bi bendav û madenkariyê jî xwezaya Dêrsîmê tê talankirin.
Di festîvalê de wê nirxên çandî û dîrokî yên Dêrsîmê bêne destnîşankirin û gelek hunermend, nivîskar û rewşenbîr wê tevlî bibin. Di festîvalê de stranên bi zimanê dayikê wê bêne gotin û mîrateya çandî ya Dêrsîmê ji nifşên nû re bê ragihandin.
Komîteya festîvalê bang li Dêrsîmiyan û dostên wan kir ku piştevaniyê bikin û weke Mûnzûrê biherikin, li Frankfurtê li hev kom bibin.