Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Nisan 2025

Wekî findekê dihelin

Hulya Goktaş ku birayê wê Ahmet Nas 70 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtî her roj wekî findekê dihelin û xwest daxwaza wan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe

Li Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê, Ahmet Nas ê 33 salî 70 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Nas, ji Cizîra Şirnexê ye. 2 sal in hatiye girtin û 17 sal ceza lê hatiye birîn.

Malbatê di 7’ê Gulanê de Nas dîtiye û diyar kir ku her diçe rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xirab dibe. Malbatê, anî ziman ku nas gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û gotiye: “Mirin jî tê de hebe em ê li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin.”

Xwişka wî Hulya Goktaş, diyar kir ku rewşa birayê wê û girtiyên din xirab û di dema hevdîtinê de bi zorê li ser piay disekinîn û got: “Rewşa wan xirab e. Pir zihîf bûne. Çavê wan baş nabîne. Di dema hevdîtinê de tim dubare dikirin. Her diçe girtî wekî findekê dihelin. Em naxwazin kes bimire. Divê rayedar rojek berî rojekê daxwaza girtiyan qebûl bikin. Em dixwazin demildest tecrîd bi dawî bibe.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar