Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Wekîlên Başûr li dijî dagirkeriyê bang li parlamentoyê kirin

Ji bo ku dagirkeriya dewleta tirk bikeve rojeva parlamentoyê û hikûmeta herêma Kurdistanê bi erka parastina welatê xwe rabe, 15 parlamenteran daxwaznameyek pêşkeşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin û xwestin ku têkildarî mijarê rûniştinek pêk bê

Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro 15 parlamenterên ji partiyên cuda bi daxwaznameyekê ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwestin ku ‘ji bo guftûgokirina der barê êrîşên dewleta tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê’ civîneke asayî lidar bixe.

Parlamenterên ku daxwazname pêşkêşî parlamentoyê kirin ji Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û ji Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê ne.

Yek ji parlamenterên ku daxwazname îmze kirî jî parlamenterê koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Mem Burhan Qanih bû. Qanih têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Dema ku rûniştin pêk hat, em ê daxwaz bikin ku erka hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ye ku serweriya xwe biparêze. Ev berpirsyartiyekî nîştimanî, yasayî û mirovî ye. Pêwîste parlamentoya herêmê der barê wê de bi erka xwe rabe. Hêvî dikim ku encama vî dengê nerazîbûnê hebe. Da ku êdî serweriya welatê me neyê binpêkirin.”

Desteya Serokatiya divê di nava 14 rojan de dema vê rûniştinê aşkera bike.

Kampanyaya îmzeyan

Komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî û Şoreş Xidir jî hebûn, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, di 20’ê hezîranê de, bi rêya înternet û telefonê kampanyayek dabûn destpêkirin. Duh 891 îmzeyên hatin komkirin radestî Parlamentoya Iraqê hatin kirin. Di 30’ê hezîranê de jî li dijî dagirkeriyê daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribûn û xwestibûn ku bicive. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar