Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Welatiyên Başûr: Bi yekitiyê divê em bersiv bidin dagirkeran

Şêwekar Cûma Kerîm û çalakvana civaka sivîl Şeyma Ednan dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr û bêhelwestiya hikûmeta herêmê şermezar kir. Welatiyan got ku divê gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bike û li hemberî dagirkeran bisekine

Gelê başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi bertek e. Welatî naxwazin ku dewleta tirk bikeve nava axa başûrê Kurdistanê û li hemberî bêdengiya hikûmeta Başûr jî bi bertekin. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û dagirkeriya wan, şêwekar Cûma Kerîm û çalakvana civaka sivîl Şeyma Ednan axivîn. Axaftvan li dijî dagirkeriyê, banga yekitiya kurdan dikin.

Cûma Kerîm anî ziman ku êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser temamiya gelê kurd zêde bûne û wiha domand: “Bi taybet jî êrîşên wan ên li dijî gelê Başûr pir zêde bûn. Ev êrîş bi armanca teslîmgirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê û dagirkirina Başûr tên kirin. Lê rojane gerîla li hemberî dagirkeran şer dikin û derbên mezin li wan dixin.”

Bêdengiya hikûmeta Başûr şermezar kir

Di berdewamê de jî Kerîm bêdengiya hikûmeta Başûr a li hemberî dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: “Ez helwesta aliyên ku çavê xwe ji dagirkeriyê digrin şermezar dikim. Divê li hemberî dagirkerî û komployê hişyar bin û xwedî helwest bin.”

Bang li gelê kurd kir

Çalakvana civaka sivîl Şeyma Ednan jî di serî de dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Ez bang li temamiya gelê kurd dikim ku yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dagirkeran bi hev re bisekinin. Armanca dewleta tirk dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê ye.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar