Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Welatiyên ji ber çeteyên tirk direvin xwe dispêrin hêzên HSD’ê

Piştî ku çeteyên dewleta tirk ketin navenda Helebê, gelek kes berê xwe dan taxên Şêxmaqsud û Eşrefiye yên Rêveberiya Xweser a di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne. Meclisa Giştî ya her du taxan jêrzemînên taxê amede dikin da ku gelê bê cih mane di wir de bi cih bibin.

Çeteyên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) pn dewleta tirk a dagirker piştî ketin Helebê, jiyana welatiyan kete xetereyê. Pevçûnên di 26’ê mijdarê de dest pê kirin, piranî li çolterê Helebê giran bûn. Çeteyên HTŞ’ê hinek bajarok bi dest xist û kete hinek beşên Rêya M5’ê. Êrişên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê yên li dijî çeteyên HTŞ’ê jî berdewam in.

Çeteyên ku ji 26’ê mijdarê û vir ve bi hêzên hikûmeta Şamê şer dikin, êvara 27’ê mijdarê dest bi pêşveçûnê kirin û ketin navenda bajarê Helebê. Hêjayî bibîrxistinê bû ku hêzên rejîmê bersiv nedan komên ku ber bi navenda bajêr ve diçin. Kanalên televîzyonê yên nêzî hikûmetê îdia kirin ku Serfermandariya Sûriyeyê ferman dane hêzên xwe yên li Helebê ku saet ji 18.00’an ve dest bi valakirina herêmê bikin.

Li aliyê din gelê ku li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê ya Helebê de dijîn, berê xwe didin taxên Şêxmaqsud û Eşrefiye yên Rêveberiya Xweser a di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwe li gorî nirxên xweparastinê û şerê gelê şoreşgerî rêxistin kirine û li ser şopa berxwedana xwe ya 2016’an xwe amade kiriye. Meclisa Giştî a her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê hemû jêrzemînên taxê amede dikin da ku gelê bê cih mane di wir de bi cih bibin.

Di encama topbarana çeteyan li dijî derdora zanîngeha Helebê de, 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn. Hejmareke mezin a xwendekar û şêniyên herêmê di deriyê Ebû Kehif ê bajarê Minbicê re jî ji Helebê vegeriyan herêmên xwe. Girêdayî wê, Yekitiya Ajokaran a kantona Reqayê 60 otobus ji bo wergirtina şêniyên herêmê, şandin Helebê. Welatiyên ku ji Helebê di deriyê Boasî re gihîştine Reqayê diyar kir ku rewşa Helebê xerab e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar