Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Mehmet Emîn Armutluyê ku temenê wî ji 60 salî zêdetir e, ji ber nexweşiya dil ku ev demeke dirêj bû li Parîsê dijî, careke din emeliyat bû. Lêbelê, vê carê ew xilas nebû.
Armutlu ku ji navçeya Curnê Reş (Hîlvan) a Rihayê ye, di dema darbeya leşkerî ya di destpêka salên 1980yî de hat girtin.
Armûtlûyê ku rastî îşkenceyên giran hat 20 salên jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir.
Armutluyê ku piştî ji girtîgehê sirgûnî Ewropayê hat kirin, bi salan e li Fransayê dijî.
Piştî xebatên burokratîk bi dawî bûn, tê payîn ku cenaze bişînin Rihayê.
Ji bo Armûtlû di 19’ê Gulanê de li Navenda Çanda Kurd a Parîsê wê sersaxî bê danîn.