Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Werin em bi hev re 4’ê Nîsanê pîroz bikin’

Hevserokê MA TUHAY-DER’ê Şafî Erol ani ziman ku, rojbûna birêz Ocalan ji bo tevahî gelan bûye çavkaniya hêviyê û wiha got: “Werin em bi hev ra rojbûna birêz Ocalan ê hêviya gelan pîroz bikin. Daxwaza azadiya birêz Ocalan a fîzîkî qîr bikin.”

Di 4’ê Nîsanê de li gelek bajarên Kurdistanê, bajarên Tirkiyeyê û deverên cîhanê rojbûna 74’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pîrozkirin. Di 4’ê Nîsanê de dê li gundê Abdullah Ocalan, Amarayê ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve meş were lidarxistin.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER) Mehmet Şafî Erol têkildarî şahî ango çalakiyên li Stenbolê axivî.

Wateya 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd

Erol bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê ya ji bo gelê kurd û diyar kir ku bi têkoşîna azadiya gelê kurd a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, mafên gelê kurd nas kiriye. Erol wiha axivî: “Hem têkoşîn û hem jî siyaset ji bo kurdan dest pê kir. Ji bo nasîna jinên kurd bû qonaxa destpêkê. Ji ber ku nirxê vê têkoşînê hat fêmkirin, 4’ê Nîsanê ji bo kurdan dest pê kir û wek rojek pîrozbahî ye.” Erol bi bîr xist ku di Newroza 2023’yan de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li rojevê da û got: “Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye.”

Em li benda gelê xwe ne 

Erol anî ziman ku ew ê hin çalakiyan li dar bixin û di navbera 1-10’ê nîsanê de li gelek navçeyên Stenbolê çandina şaxan bikin, bi pêşengiya Dayikên Aştiyê dê gulan berdin ser behrê û di 4’ê Nîsanê de bi beşdariya saziyan daxuyanî bidin. Erol banga beşdariya çalakiyên 4’ê Nîsanê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar