Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

WHO: Di şerê Trablûsê de 121 kes hatin kuştin

Şerê di navbera Hikûmeta Yekitiya Neteweyî û yekîneyên maraşal Heftar ê li Trablûsê didome. WHO’yê têkildarî şer û pevçûnan de agahî dan û destnîşan kir ku ji 4’ê nîsanê ve 121 kes hatine kuştin

General Helîfa Heftar ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike, di 4’ê nîsanê de li dijî paytext Trablûsê operasyon da destpêkirin. Têkildarî şer û pevçûnên li Trablûsê, Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser hesaba xwe ya twîtterê agahî dan. WHO’ya da zanîn ku ji destpêka operasyonê heta niha 121 kesan jiyana xwe ji dest daye û 564 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de WHO’yê êrîşa li ser personelên tenduristiyê û ya li ser ambûlansan a li Trablûsê jî şermezar kir. Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku di şerê heta niha de 13.500 kes neçar mane ku cihê xwe berdin û ji van kesan 900 jê li navendên lê stirînê dimînin.

Li dijî hev êrîşên hewayî pêk tînin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 4’ê nîsanê heta niha di navbeyna hêzên Hikûmeta Yekitiya Neteweyî û yekîneyên maraşal Heftar de li derdora başûrê Trablûsê şer diqewime. Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya Heftar dixwaze ku paytextê kontrol bike. Li gel şerê li bejahiyê, her wiha aliyên şer her roj êrîşên hewayî jî dibin ser hev. Li ser mirina sivîlan herdu alî hev tawanbar dikin.

Di sala 2011’an de rejîma Muammer Qeddafî ji hêla NATO’yê ve hatibû hilweşandin. Ji wê rojê ve aloziya li Lîbyayê berdewam dike. TRABLÛS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar