Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Xebatên ciwanan îllegalîze dikin’

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersîm Dag, têkildarî nêzîkatî û polîtîkayên hikûmetê û polîsan ên li dijî endamên Meclisa Ciwanan pirsname da meclisê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsê wê bibersivîne. Dag anî ziman ku di hefteyek dawî de li Stenbolê 3 endamên Meclisa Ciwanan hatin revandin û ji wan xwestin bibin sîxur û diyar kir ku L.P, O.Y û M.T. yên ku polîsan ew revnadin, ji wan xwestin ku bibin sîxur û bi tundî û îşkenceya fîzîkî re rû bi rû mane.

Dag ji bo bersivandinê ev pirs ji wezîr Soylu pirsîn:

*Kesên ku li Stenbol û Agirî endamên ciwanan direvînin û ji wan dixwazin bibin sixûr, girêdayî yekîneyên polîs û leşkeriyê ne? Ev kes di kijan yekîneyên polîs û leşkeran de cih digirin?

* Kesên L.P., O.Y., M.T. û M.M.İ revandin, der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin? Ger lêpirsîn hatibe vekirin di çi astê de ye. Ku nehatibe vekirin çima nehatiye vekirin?

* Hêzên leşker û polîsan ên girêdayî wezareta we bi revandina endamên meclisa ciwanên partiya siyasî û daxwaza sîxuriyê çi armanc dikin?

* Agahiya we ji revandin û ferzkirina sixûriyê ya li ser ciwanan heye?

* Di 5 salên dawî de kesên hatin revandin û ji wan xwestin bibin sîxur çend kes in?

* Di 5 salên dawî de der barê çend kesên bi zorê mirov revandin û îşkence li wan kirin de lêpirsîn û doz hat vekirin? ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar