Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 8 Mayıs 2025

Xelat dan Kayhan Kalhor lê wî navê Kurdistanê hilneda

Kayhan Kalhor Xelata Hunermend WOMEX´ê a sala 2019´an wergirt. World Music Expo (WOMEX – Pêşangeha Muzîka Cihanê) da zanîn ku wan kemaçevanê ji rojhilatê Kurdistanê Kayhan Kalhor (ê ku welatiyê Îran û DYA´yê ye) hêjayî Xelata Hunermend a WOMEX´ê a 2019´an dîtiye

WOMEX´ê wekî din da zanîn ku Kayhan Kalhor wê di salvegera 25´an a WOMEX´ê de li Tempere a Fînlandiyayê 27´ê Çiriya Pêşîn a 2019´an xelata xwe wergire. Kayhan Kalhor wê tevî Erdal Erzîncan weke duo derkeve ser dikê wê roja merasîma xelatdayînê. Erdal Erzîncan wê bi baxlemeyê refaqetî Kayhan Kalhor bike. Ev jî wê bibe konsera dawî ya li WOMEX 2019´an.

Kayhan Kalhor piştî ku zanî xelata WOMEX´ê dane wî, got, “Wergirtina Xelata Hunermend a WOMEX´ê ji bo min gelekî manedar e.” Lê eyba wî ye ku di daxuyaniya xwe de navê Kurd û Kurdistanê hilnade, û serfiraze ku “hunera welatê wî Îranê û Farsî” hatiye qebûlkirin. Tevî ku nekarî behsa navê welatê xwe yê înkarkirî bike dikarî bibêje, “Weke welatiyekî dinyayê, ez serfiraz im bi vê qebûlkirin û pêrebûna wan hunermendên ku muzîka wan yekîtiyê xurt dike.” Ma mirov nikaribe bibe “xwe” çawa dikare yekîtiyê xurt bike jî bila pirseke me be ku em ji vî hunermendî pirsekê bikin; wî jî ji kaniya hunerê Kurdistanê jî vexwariye û ew qebûla ew behsa wê dike, layiqî navê welatê xwe nedîtiye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar