Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xelkê Başûr li dijî dagirkeriyê dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kir

Piştî ku ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk seferberî ragihand, xelkê Başûr rabû ser pêyan û bi navê 'Mertalên Zindî' dest bi meşê kir. Berê meşê li Behdînanê ye

Navenda Nûçeyan |

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer 27’ê Gulanê li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi dirûşma ‘Werin Cenga Azadiyê’ dest bi seferberiyê kiribûn. Piştî vê bangê, îro bi pêşengiya ciwanan, ji bajarê Koyê heta Behdînanê meşeke dirêj a ‘Mertalên Zindî’ dest pê kir.

Ji tevahiya herêmên başûrê Kurdistanê, girseya gel saet di 11:00’an de, li Filkeya Sewz a Koyê li hev civiyan. Girseya gel ku bi taybetî jin û ciwan li refên herî pêş e, destpêkê berê xwe da Hewlêrê.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên di Cengên Xabûr û Bazên Zagrosê de şehîd bûne, hatin hildan.

Girseya gel dirûşmên ‘Biçe derve, biçe derve, artêşa tirk biçe derve’, ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bimire xiyanet’ û ‘Dîktator Erdogan’ diqîre.

Meş bi tilîlî û dirûşmên dayikan dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar