Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Xelkê Batîfa û Kêşanê li dijî dagikeriyê daketin qadan

Li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk xelkê Batîfa û Kêşanê derketin qadan,  meş li dar xistin û bertek nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr dan

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ku di 23’yê nîsanê de li başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin 41 rojan li dû xwe hişt û heta niha jî şer û pevçûnên li herêmê bi dijwarî didome. Li dijî van êrîşên dewleta tirk bertek û nerazîbûnên gel, sazî, partî û rêxistinên kurd her ku diçe zêde dibin û ev bertek veguherîn meş û çalakiyên li qadan.

Li dijî van êrîşên dagirkeriyê xelkê Batîfa û Kêşanê derketin qadan,  meş li dar xistin û bertek û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr dan.

Dewleta tirk bênavber êrîş dibe ser başûrê Kurdistanê, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Xelkê Kêşanê ku dibe hedefa obûsên artêşa tirk a dagirker, ji bo şermezarkirina êrîşan li Midûriyeta Navçeya Batîfayê li hev civiyan. Şêniyên herêmê nerazîbûna xwe ji rayedaran re ragihandin û piştre li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan. Xelkê herêmê bi taybetî ji bêdengiya rayedaran nerazî ne.

Dewleta tirk a dagirker duh jî bombe li gundê Hirûrê barandibû. Ji ber bombardûmanê sivîlê bi navê Ramazan Elî birîndar bûbû. Birîndar rakirin nexweşxaneya Zaxoyê. ZAXO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar