Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

Xelkê Derbendîxanê: Bajarên Kurdistanê ji malê tirkî biparêzin

Welatiyên Derbendîxanê diyar kirin ku her malê tirkî yên ku ew dikirin weke mirin li wan vedigere. Welatiyan bang li hemû başûriyan kirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî helwest bin û malên wan nekirin. Welatiyan ji bazirganan jî xwestin ku bajarên Başûr ji malên tirkî biparêzin

Kampanyaya boykotkirina malên tirkî ya ku li başûrê Kurdistanê li dijî şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê hatiye destpêkirin, didome. Têkildarî mijarê welatiyên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyeyê ji Rojnewsê re axivîn.

Têkildarî mijarê Mihrîban Tofîq  diyar kir ku boykotkirina malê tirkî pêwîstiyeke. Tofîq bang li li bazirganên Başûr kir ku êdî malê tirkî nekirin û bi vê yekê re dê bandora boykotê bêhtir xuya bike. Welatiyê bi navê Heyder Resul jî boykot weke helwesteke li dijî dijminan pênase kir û got; ‘Ger helwesteke hevpar hebe, serkeftin dê mîsoger bibe. Dijminê Kurdistanê yeke.  Ez bang li bazirganên Başûr dikim ku nekevin xefika dijmin û bajarên Başûr ji malên tirkan biparêzin.’

‘Kirîna malê tirkî dibe sedema kuştina kurdan’

Welatiya bi navê Şadî Haris jî bang li hemû kesî kir ku êdî malên tirkî nekirin û wiha derbirî: “Kirîna her malekî tirkî dibe sedema kuştina kurdan. Demê malên tirkî derbas dibe. Lê weke ku nû be dixin bazarê. Hêvî dikim ku gelê me giringiyê bide berhemên navxweyî. Divê ragihandina me jî bi awayeke baş qala boykotê bike. Di heman demê de rêzefîlmên tirkî pirsgirêkên mezin dixin nava civak û malbatê. Bila kanalên me fîlmên kurdî nîşan bidin.”

Banga helwesta hevpar kir

Der barê mijarê de xwendekara zanîngehê Kanyaw Elî jî ev tişt anî ziman: “Ger em hemû tev li pêngava boykotê bibin, dê aboriya dewleta tirk têk biçe. Ji ber ku yên ku herî zêde malên tirkan dikirin Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Êrîşa li dijî Rojava ji bo her çar parçeyan peyameke. Divê gelê me jî li dijî van êrîşan xwedî helwesteke tund be.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar