Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Xelkê Germiyanê: Divê pêngava boykotkirina malê tirkî berfirehtir bibe

Welatiyên Germiyanê diyar kirin ku divê pêngava boykotkirina malên tirkî berfirehtir bibe. Welatiyan bang li hemû bazirgan û dikandaran kirin ku girîngiyê bidin malên navxweyî û malên navxweyî bixin bazarê

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê cotmeha îsal de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê da destpêkirin. Li dijî vê êrîşa dagirkeriyê, gelê başûrê Kurdistanê dest bi kampanyayên boykotkirina malên tirkî kir. Pêngava boykotê her ku diçe jî berfireh dibe. Vê yekê jî bandoreke neyînî li aboriya dewleta tirk kir. Têkildarî mijarê welatiyên Germiyanê ji Rojnewsê bi Hewrê Kirêkar re axivîn.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Bextiyar Reûf diyar kir ku pêwîste pêngava boykotkirina malê tirkî ji dema destpêkirî hîn berfirehtir bibe û wiha got: “Ji ber ku ger boykotkirina malê tirkî sar bibe, dê bêencam bibe. Ger ku êrîşên dagirkeriyê bidomin, ev pêngav jî dê bidome. Ji roja desptêkê ya êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava heta niha min malên tirkî nekirîne. Ez berhemên navxweyî dikirim. Ez bang li hemû esnaf û bazirganan dikim ku zêdetir girîngiyê bidin berhemên navxweyî û bixin nava bazarê.”

Bang li bazirganan kir

Ji welatiyan Burhan Ehmed jî destnîşan kir ku bi destpêkirina kampanyaya boykotê re wî jî dev ji malên tirkî berdaye û wiha pê de çû: “Ez berhemên navxweyî dikirim. Tiştên ez dikirim ji sedî 80 jê malên navxweyî û yên din jî yên welatên biyanî ne. Lê ez bi tu awayî malên tirkan nakirim. Berhemên navxweyî baştir û bi tenduristirin. Ez bang li hemû bazirgan û xwediyê marketan dikim ku girîngiyê bidin berhemê navxweyî û bixin nava bazarê. Ger ku ev bibe, dê xelk jî fêr bibe û hîn zêdetir berhemên navxweyî bikire.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar