Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileya 2016’an de ji hêla segvanên di wesayîta zirxî de hedef hatin girtin û hatin şehîdkirin. Bi ser mirina her sê jinan re 9 sal derbas bûn. Malbata Sêvê Demîr li ser têkoşîna wê axivîn.
Dayika wê Sakîne Demîr diyar kir ku ew hesreta xwe ya ji bo keça xwe bi têkoşîna wê derbas dike û wiha got: “Bi dehan jin niha têkoşîna keça min didomînin. Dilê Sêvê berfireh bû, keseka durist û zîrek bû. Di xebatên xwe de serkeftî bû û jineke pêşeng bû. Ji zimanê xwe, çand û xaka xwe hez dikir. Ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Xebatkara gelê xwe bû. Bi hezaran jinên pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikirin hatin qetilkirin. Em dayik, li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Bi keça xwe serbilind û serfiraz im. Heta ku ez sax bin dê li pey doza keça xwe bim. Ji ber ku keça min ji bo dozeke rewa têkoşiya lewma hate qetilkirin.”
Sakîne Demîr anî ziman ku keça wê di temenekî ciwan de têkoşîn nas kiriye û wiha domand: “Bandoreke mezin li ser malbatê û gel kir. Di her bihosteke Ege û Kurdistanê de keda wê heye. Biçûya ku derê ew der birêxistin dikir, zanîna wan pêş dixist û ked dida. Heke ez bikarim îro wiha biaxivim, ev bi saya wê ye. Min hêza xwe ji keça xwe girt. Bi windakirina wê re dê bibêjî qey min hemû ji winda kirine. Lê min dît ku bi hezaran jinên mîna wê hene. Belê raste ez bêriya keça xwe dikim, bi hesreta wê dijîm. Lê bi hezaran jinên wekî wê hene û ez hesreta xwe bi wan derbas dikim.”
Bi domdarî Sakîne Demîr destnîşan kir ku jinên pêşeng û şoreşger her tim hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên ser Rojava de jî sê jinên pêşeng û şoreşger hatin qetilkirin. Ji ber Tirkiye ji jinên şoreşger ewqas ditirse ku wan hedef digire. Ew jî dizanin ku têkoşînên jin pêşengtiya wan dikin dê bi ser kevin. Lê belê jinên ji bo xak û azadiya xwe têdikoşin dê bi ser kevin.”
Sakîne Demîr bi lêv kir ku têkoşîna keça wê li her çar parçeyên Kurdistanê didome û wiha got: “Keça min nemir, xeyalên wê, têkoşîna wê di şoreşa jinê ya Rojava de dijîn. Sêvê, di hiş, aqil, hizra jinên Kurd de di têkoşîna û pêşeroja wan de cih digire. Bi hezaran jinan têkoşîna wê dewr girtin. Bila gelê Kurd vê baş bibîne, serkeftin dê ya me be. Hema bes em yekitiya xwe ava bikin û têbikoşin bes e. Erdogan, ji bo tunekirina Kurdan hemû cureyên taktîkên şer bi kar tîne. Lê nekarî tune bike û gelê Kurd hêj bihêztir bû. Bi qetilkirinê dê nekarin Kurdan tune bikkin. Erdogan li rexekî ji gelê Kurd re dibêje ‘birayên min’ û li rexa din jî Kurdên li Rojava qetil dike. Lê çi bikin jî gelê Kurd êdî zane bûye û ji bo mafê xwe têdikoşe. Banga min ji bo gelê Kurd e; me di vê têkoşînê de gelek zarokên xwe winda kir, divê em bibin yek. Têkoşîna zarokên me hêj xurtir bû û êdî hemû dinya nas dike.”
Bavê wê Azîz Demîr jî hesreta keça xwe bi stranekê anî ziman.
Fadîle Gokturk a ku Sêvê Demîr di nava xebatên jinan de nas kir û bi hev re 15 salan têkoşiyan jî wiha got: “Sêvê, ji ewil di rêveberiya navçeyê de cih girt. Potansiyeleke wê ya têkoşînê hebû û her tim xwe perwerde dikir. Ji hêla nasnameya zayendê ve xwe baş pêş xist. Yek ji taybetiyên wê yên berçav jî her tim xwe nû dikir. Keseka pir fedekar bû. Aliyên feodal û qedexeyên civakî tune kiribû. Xwe, bi zanetiya jina azad afirandibû. Di ferqa vê tiştê de nînin; Sêvêyek diçe lê bi hezaran tên. Mîrateya wan li pey xwe hiştî di têkoşîna her jinê de dijî û dê her bijî. Bi hezaran jinan dan ser rêya wan jinên hatine qetilkirin, rabûn ser pêyan û dê her tim rabin ser pêyan.”