Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xizmên wendahiyan ji bo Arman, Taniş û Denîz hatin cem hev

Xizmên Wendahiyan ji bo Harbî Arman, Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ên ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin qetilkirin, hatin cem hev.

Malbatên Wendahiyan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 728’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan. Malbatan vê hefteyê aqûbeta kujerên Harbî Arman ê di 20’ê çileya 1992’an de li Amedê hat qetilkirin û li Êlihê jî aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekîr Deniz ên ku di 25’ê çileya 2001’an de li Silopyayê hatin destgîrkirin û careke din agahî jê nehatin girtin pirsîn.

Amed

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku, wan li darizandinên hêzên dewletê yên ku Alî Îsmaîl Korkmaz û Kemal Kurkut qetil kirin şopandine û got ku, bi biryarên ku derketine careke din kujer hatine parastin.

Zeytun got, “Tevî ku di Doza Vartînîs û JÎTEM’ê ya Enqereyê de kiryar hatin tespîtkirin jî, rayedarên payebilind ên cemaweriyê û hiqûqê hêj nehatine cezakirin.”

Zeytûn anî ziman ku, ew bi biryar in ku li dijî necezakirina û parastina kujeran ku veguheriye politikaya dewletê têkoşînê bidomînin. Zeytûn her wiha Hrant Dînk jî bibîr anî.

Piştî çîroka Arman ê di dema destgîrkirinê de hat qetilkirin ji aliyê endama Desteya Rêveber a ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim ve hat xwendin, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Êlih

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên Wendahiyan jî çalakiya xwe ya 564’emîn li dar xistin. Li ser navê xizmên Wendahiyan ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê li hev civiyan Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Zana Yucel Bozkurt axivî. Bozkurt diyar kir ku, heta encam bê girtin, ew ê aqûbeta Wendahiyan bipirsin û têkoşîna xwe bidomînin. Di çalakiyê de çîroka Serokê HADEP’ê yê Navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz ku piştî di 25 ‘ê çileya 2001’an de li navçeya Silopya ya Şirnexê hatin destgîrkirin û careke din agahî jê nehatin girtin, hat xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar