Hejmara 265’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Êrîş û aştî bi hev re nabin” gihîşt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê di manşetê de analîza nivîskar Felemez Ulug derxist pêş û bal kişand ser komên paramîlîter ên ku li Şamê hikûmetê bi rêv dibin û planên wan ên li dijî gelê Kurd. Rojnameyê dîsa di manşetê de cih da nivîsa Medenî Ferho ya li ser dek û dolabên dewletê û xwest Kurd li dijî van lîstikan hişyar û zane tev bigerin.
Rojnameyê di surmanşetê de jî, bi sernavê “Bendava Tişrînê bendava şehîdan e” cih da analîza Sorgul Şêxo ya têkildarî êrîşên li dijî Bendava Tişînê û bedelên ku ji bo parastina wê hatine dayin.
Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de cih da nirxandinên Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal a der barê peyamên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de hatiye kirin.