Rojnameyê di surmanşetê de bi kirmanckî bi sernavê “Çareserî bi azadiya Ocalan bena” cih da girîngiya azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Rojnameyê di bin banşetê de bi sernavê “Projeya Abdulah Ocalan” li ser projeya Rêberê Abdulah Ocalan û projeya Îsraîlê rawestiya.
Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
Rojnameya Xwebûnê bi sernavê “Jin bi xwe gerdûn e” derket. Rojnameyê cih da nameya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi minasebeta 8'ê Adarê ji jinan re şandiye û rola ku dide jinan derxist peş.