Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara xwe de bi sernavê “Newroza Rêbertiya Azad” bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê. Rojnameyê di rûpelên rojevê de cih da nivîsa Felemez Ulug a bi sernavê “Dema guherîn û veguherînê” û li ser peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rawestiya.
Dîsa rojnameyê di rûpela rojevê de cih da nivîsa Sorgul Şêxo ya “Sûriye ber bi şerekî mezhebî ve diçe” û li ser êrîşên dawî yên li dijî elewiyan rawestiya. Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî cih da nirxandinên Hevserokê HDP’ê Cahît Kirkazak û li ser erk û berpirsiyariya Tirkiyeyê rawestiya.