Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Xwebûnê got, ‘Kurdî qedera min e’

Navenda Nûçeyan |

Rojnameya Xwebûnê ku bi heftena weşanê dike vê hefteyê bi manşeta; ‘Kurdî qedera min e’ gihîşt xwînerên xwe. Rojname bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê vê hefteyê jî hem di manşetê de û hem jî di di rûpelên din de cih da nivîsên têkildarî ziman.

Hevpeyvîna ku Încîl Selçûk bi hunermenda fransî Elêonore Fourniau kir bû manşeta rojnameyê. Fourniau hunermendeke fransî ye û bi kurdî stranan dibêje. Fourniau got ku kurdî qedera wê ye û wiha axivî: “Min dizanibû gelê kurd heye, kî ne û çi ne, ez ji rewşa kurdan agahdar bûm lê min bi muzîka wan ne dizaniya, haya min ji xezîneya stranbêjiya kurdî tunebû.”

Di hejmara 10’emîn a rojnameyê de nivîsên van nivîskaran cih digirin; Mizgîn Ronak, Munnewer Azîzoglu Bazan, Reyhan Îke, Samî Tan, Felemez Ulug, Cemîl Oguz, Ramazan Tûnç, Şener Ozmen, Agît Yazar.

Salnameya gel

Kurdên gundan, li gor şert û mercên hewayê û li gor tecrûbeyên bav û kalên xwe, ji xwe re salnameyek çêkirine. Wek ‘Xaç Xidir Nebî’, ‘Zîpedar’, ‘Agirê Filan’, ‘Gamêşqiran…’ Yasemîn Elban der barê salnameya gel de nivîsandiye. Her wiha di rûpela kirmanckî de têkildarî meh û ritûelên Xizirê dosyayek hatiye weşandin.

Her wiha di vê hejmarê de nivîsên Mem Farqînî, Şêrgele, Alik X, Nevîn Alkan jî cih digirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar