Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xwendekar ji bo avhewayê daketin qadan

Li bajarê Lozanê zêdeyî 8 hezar xwendekar ji bo avhewayê daketin qadan û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî avhewayê şermezar kirin

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê zêdetirî 8 hezar xwendekar ji bo avhewayê daketin qadan. Meşa xwendekaran li nêzî gara trênê di saet 10:30’an de dest pê kir û çalakger heta navenda bajêr meşiyan.

Di meşê de dowîzên bi nivîsa ‘Daxwaza parastina dinyayê, ne xwestina heyvê ye’, ‘Ger avhewa bankayek bûya, niha ji mêj ve hatibû rizgarkirin’, ‘Gerstêrkeke B nîne’ vekirin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên ‘Ji qirêjiyê re na, ji ekolojiyê re erê’ hatin berzkirin.

Xwediyê Xelata Kîmyayê ya Nobelê Jacqûes Dûbochet jî piştgirî da çalakiya xwendekaran. Dûbochet ji rojnameya Morgesê re bi vê armancê nivîsek nivîsî û wiha got: “Rêveberên me  extiyar in. Di mijara avhewayê de dest û milên wan girêdayî ne. Ciwan nikarin bisekinin, ev karê wan e, dê jiyanê û vê yekê ji kesî re nehêlin.”

Dûbochet ji bo greva roja înê jî got ‘Ev hîn destpêk e’ û diyar kir ku baweriya wî bi nifşên nû heye.

Her wiha tevî Lozanê li bajarên Cenevre, Neûchatel, Frîboûr, Sîon û Bîelê çalakî hatin lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye roja pêncşemê li paytexta Belçîka Brukselê herî kêm 12 hezar û 500 xwendekar ji bo avhewayê daketibûn kolanan. LOZAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar