Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Xwendekarên gundê Jinwarê dest bi sala xwendinê kirin

Li gundê Jinwarê wek hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê sala nû ya xwendinê destpêkir

Wekî her derê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li Gundê Jinwar ku nêzî bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Hesekê ye jî sala nû ya xwendinê destpê kir. Li Jinwarê 20 zarok di dibstanê de dixwînin, 3 zarok ji wan ên gundên derdorê Jinwarê ne. Li dibistanê 4 ref hene, du jê kurdî û du jê jî erebî ne. Niha du mamoste hene û hîn wê zêdetir bibin. Li gorî refan ders bi kurdî, erebî û îngilîzî tê dayîn. Dibistan ji hestê sibê heta piştî nîvroyê berdewam dike û her wiha li dibistanê saetên hunerî jî hene.  Xwendekarên gund li ser dibistana xwe axivîn û gotin ku ew gelek ji dibistanên xwe hez dikin..

Sîmav Mustefa Qadir a 11 salî ye û diçe refa pêncan diyar kir ku dibistana wan gelek xweş e û wiha got: ” Em bi zimanê kurdî dixwînin. Sibeha zû ji xew şiyar dibim û têm dibistana xwe. Em dixwînin û bi hevalên xwe re jî dilîzin. Çalakiyên hunerî jî bi hev re çêdikin. Ez di xwedina xwe de serkeftî me û gelekî ji mamosteyên xwe hez dikim.”

Salih Ferhad Ferho yê 12 salî jî têkildarî dersên ku dibînin axivî û ev tişt anî ziman: “Em waneyên ziman, civak pirkarî û zanyariyê dibînin. Her wiha saetên hunerî jî hene. Dibistana me gelekî xweş e, ji hevalên xwe û mamosteyên xwe û gund gelekî hez dikim.”

Her wiha Newal Mûsa El-Qeseb jî ev tişt anî ziman: “Dibistan pir xweş e û hevalên me bi hev re alîkar in. Waneyên me pir xweş in ji ber her kes bi zimanê xwe dixwîne. Waneyên hunerî jî hene em gelekî bi wan kêfxweş dibin ku her kes hunera xwe bibîne.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar