Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Xwezaparêza 16 salî ji bo Nobelê hate pêşniyarkirin!

Xwezaparêza 16 salî Greta Thunberg ji hêla 3 wekîlên Swêdî ve ji bo Xelatiya Nobelê hate pêşniyarkirin

Keçika Swêdî ya 16 salî ya ku ji bo avhewayê li dibistanan pêşengiya grevê dike Greta Thunberg, ji bo xelatiya Nobelê ya sala 2019’an hate pêşniyarkirin.

Xwezaparêza 16 salî Greta Thunberg ji hêla 3 wekîlan ve ji bo xelatiya Nobelê hate pêşniyarkirin.

Wekîlê Norwecî Freddy André Øvstegård ê ku Greta Thunberg pêşniyar kir, ji ajansa AFP’yê re axivî û wiha got: “Me Greta Thunberg pêşniyar kir, lewre heke tevdîr neyên girtin wê germa global demên bê bibe bingehê şer, alozî û qeyranên paşerojê. Greta Thunbergê, tevgereke girseyî û civakî ku li ser hîmê aştiyê da destpêkirin.”

Keçika Swêdî Greta Thunberg bûbû sembola çalakiyên li dijî germahiya global. Thunbergê bi taybetî hefta derbas bûyî bang li xwendekaran kiribû ku ‘greva global’ bikin. Di vê çarçovê de tê payîn ku li dehan welatan ciwan 15’ê adarê dersan boykot bikin.

Thunberg ji rojnameya Swêdê Aftonbladet re axivî û ji bo namzediya Nobelê ev tişt anî ziman: “Bêguman ji bo min rûmetek e. Tişteke gelek baş e ku ez ji bo xelateke wiha mezin hatime pêşniyarkirin. Ev hem tişteke xweş e û hem jî hinekî balkêş e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar