Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Ya girîng Kurdbûn, xak û welat e

Kurdbûn, xak û welat girîng e. Ne herêm yan jî mintiqa, em bi temamî dibêjin welat. Em riheke nû ava dikin û niha vê di plana pêş de digirin.

Me jî dikarî her tişt bi Kurdî bikin, nirxê wan jî heye, nabêjim bila bi temamî bê înkar kirin. Lê niha pirsgirêkên me yên mîna agir hene; pirsa ku tê kirin azadiya welat, yekparetiya gel e. Yekparetiya gel çi ye? Em napirsin kîjan eşîret, kîjan qabîle çiye û em vê jî girîng nabînin.

Pêşengên gel dikarin di derbarê Kurdayetî û zanista ziman de erkeke mezin bigirin ser milên xwe. Lê Kurdayetî xeniqandine, di vê rewşê de hûn nikarin xizmetekê ji bo Kurdayetiyê bidin. Her ku şer pêşket, pêşveçûna ziman û serweriya wê dê ji hêla yên pêşengtî dikin ve bê pêşxistin. Hûn amadekariyên xwe bikin, bi şerê ji bo serxwebûna welat tê meşandin ve werin girêdan, piştre bi serxwebûna ziman ve werin girêdan.

Niha ziman ji bo min astengiyek e. Ez bi destan, lingan û çavan diaxivim. Ev nayê wateya ku nirx nadim ziman. Berovajî ji bo ziman bingeh amade dikim. Xizmeta ji ziman re jî bikim ev e. Ger bêjîn gramêra Kurdî çi ye û nivîsa wê çawa baş bibe, ez nikarim van bikim. Ez nikarim baş Kurdî jî binivîsim. Ev nayê wateya ku nirx nadimê. Nirx didimê lê niha ne dema wê ye.

Bi Kurdî baş diaxivim. Lê ez şerê xwe îro bi zimanê Tirkî baştir didim meşandin. Dibêjin; “Ev Kurdek çawa ye ku her tiştî bi Tirkî dibêje. Ev Kurdek çawa ye ku her tiştî bi zimanê me dike.” Ez jî dibêjim, “Ger te zimanê xwe bi zorî fêrî min kiribe, ezê jî vê mîna çekekê li hember te bidim bikaranîn.”

Hûn ê bi çeka wî li dijminê xwe bixin. Ziman çekek e. Mêrxasiya herî mezin, çeka dijmin jê girtin, li hember wî bikaranîn e. Me jî wisa kir. Ya girîng tenê ne ziman, tiştên din jî girtine. Ez bawerim di derbarê çand û wêjeya Kurdî de jî xebatên me yên girîng hene û her diçe xurtir jî dibe.

Wêje ruhê mirov diafirîne. Mirovan rihet û baş dike. Ji dirûv bigrin, heta cewher teşe dide. Berê hinek pirtûk dihatin nivîsandin. Wêjeya Rûs, wêjeya Fransa, Îngiliz, Alman hwd. li ser navê gel wêneyên xwe, nivîs û wêjeya xwe afirandin. Tiştên wisa afirandin ku; bersiva pirsên wan yên weke “Fransiyek baş çawa dibe, Rûsek serkeftî çawa dibe?” didin.  Wiha girtine dest. Di me de bi ti awayî wisa çênebûye. Hunermendên me nekarine vê yekê bikin, firsend nedîtine yan jî xeniqîne çûne. Encax niha nû bi nû têne xuliqîn.

Dewletên mezin û gel çawa mezin bûne? Li Almanya temaşe bikin, baş li ser pirsgirêkên xwe sekinîne. Mînak, li ser leşkertiyê pir mezin sekinîne. Sinetkarek, li ser karê huner baş sekiniye. Li ser meseleyan mezin disekinin û encax wê demê mezin dibin. Mînak li gel me ji zarokan re nirx tê dayîn. Lê çawa? Weke nirxê malbat-kesûkaran divê nirxê zarokan jî bê zanîn, lê divê ne di şuna her tiştî de bin. Dayîk-bavên me her roj zarokan maçî dikin. Bes e!

Evqas jî zede ye, divê bên heskirin, lê ev şêwaza heskirinê ne şêwaza heskirinek rast e.

Dayika min digot; “ez wisa dayika te me, welê dayika te me.” Ez dehsalî bûm. Min ji dayîka xwe re got; “tu mirîşk û çêlikên wan dibînî? Ha ew, ha ez û tu.” Hîn di bîra min de ye. Min got; “li ser min hesaban neke. Dema te ez anîm dinyayê ev, ne di derbarê mirovahiyê de bû, ji cehaleta te dihat.” Min bersiveke pir ecêp dabû û bêdeng bûbû. Yanî di Kurdan de heskirina zarokan rast nayê kirin, pêşeroja zarokan nîne, nirxê wan nîne.

Zarokan jehrî dikin. Ji ber wê ez ji şêweyê heskirina wan nefret dikim. Wisa nabe. Hûnê bên guhertin. Hûnê nirxê ji zarok re bê dayîn çiye bizanin û divê hûn rast mezin bikin.

Zarok xeniqandiye, kuştiye, tine kiriye, lê temaşe dikî yên vê kirine, zarokên xwe ecêp dibînin, dibêjin; “paşa ye, wisa mezin dibin.” Lê te xeniqandiye, biçî lê temaşe bikî, di govekê de ye. Zarokê Kurd miriye, tê de tiştek nehatiye hiştin. Yek jî pir zêde jê hez dikin. Heskirin wisa nabe!

Tiştên jê hez dikin divê weke mirovên pêşî, heskirina mirov ya di xeyalan de nebe. Ev ji bo we gelek pêwîst e. Yekî ku bêje; “ez wêjeya Kurd, hunera wê digirim dest” divê wisa be, ev esasên hunerê ne.

Ez nirx didim xebatên wêjeyê. Bi qasî şer, heta ji şer zêdetir nirxê xwe heye. Heke wisa bikin ezê baş bibînim. Berovajî vê tişta dikin, weke karek mezin nabînim. Ji şer zêdetir ser bisekinin. Li gorî min di nav şer de mayîn û di van xebatan de mayîn di navbera wan de cudahiyek pir zêde nîne. Ji ber nezanîne ser de biçin, dibêjim “Akademî, xebateke hunerî ye.” Me bi hunerê re ev şer ava kir. Heke ev huner nebûya, Kurdek tenê jî wê cesaret nekiriba ji bo silehê gavek bavêje.

Xebatên hunerê artêşa gel ava dike, şer û Kurdayetiyê diafirîne, siyasetê dike. Ez vê ji bo hunermendan jî dibêjim. Heke dixwazin xebateke mezin bimeşînin, li pêşiya we mînakeke mezin heye. Hûnê nirx bidinê û li ser bisekinin, her yek ji we dikare li ser Kurdistanê bandoreke mezin bide avakirin.

Bawer dikim ku ji niha şûnde hûn ê baştir bixebitin. Yanî weke sinetkar û rewşenbîrên Kurd hewil bidin ji niha şûnde tiştên nû biafirînin.

Nûçeyên Têkildar