Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Yasaya Rewşa Kesî wê rê li ber tundiya jinan veke

Çalakvan Bêxal Fewzî bal kişand ku desthilat bi aşkerenekirina daneyên tundiyê yên li ser jinan dixwaze herêmê weke jîngehên aram bidin nîşandan û got: “Yasaya Rewşa Kesî ya li Iraqê wê bibe sedemê cudahiya hevjînan û zêdebûna tundiya li ser jinê.”

Li Başûrê Kurdistanê her sal tundî û qirkirina li ser jina zêde dibe. Salane rêxistin û saziyên mafê jinan diparêzin daneyên tundiya li ser jinan belav dikin. Mixabin ev çend salin li Başûrê Kurdistanê desthilat rê nadin ku daneyên tundiyê ya li ser jinan bê belavkirin. Ev yek jî bûye sedemê fikarên zêde yên çalakvanên mafê jinan diparêzin û li ser vê yekê çalakvan Bêxal Fewzî ji Rojnewsê re axivî.

Bêxal Fewzî bal kişand ser veşartina amarên tundî û kuştina jinan ya ji aliyê saziyên hikûmetê ve û ev anî ziman: “Yek ji sedemê wê ji ber ev sazî piranî mêr lê ne û hejmara jinan keme. Li aliyê din ji ber ku tundî û kuştina jinan zêde bûye. Hikûmet û desthilat li hemberî tundiyê xemsarin û yasaya heyî jî têrê nake ku berpirs bên dadgehkirin. Dîsa bi veşartina amaran dixwazin wisa bidin nîşandan ku jîngeheke aram li herêmê heye. Ji ber hejmara zêde ya parlementeran mêrin û ev yasa hate erêkirin. Yasa li dijî jinane û mafê jinan tê binpêkirin. Ev yek jî dibe sedemê zêdebûna ji hevcudabûna hevjînan û zêdebûna tundiyê û kuştina jinan.”

Fewzî diyar kir ku desthilat bê navber rêgirî li kar û çalakyên saziyên mafê jinan diparêzin û çalakvanên jin dike û got: “Va saziyan dixin bi zextan, piranî dema dixwazin çalakî bikin pêşiya me tên girtin. Hê jî li hinek deverên Kerkûk jin tên sinetkirin. Her dema ku ji bo rêgeza nêr û mê bi semîner û civînan hişyarî li ser mafê jin û mêr bê dayîn wê asta tundiyê hinek dî kêmtir bibe. Dîsa jin divê bi yekgirtî li hemberî tundiyê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar