Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

YBŞ: Em ê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê

YBŞ'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got: "Weke YBŞ û YJŞ em car din wê sozê didin ku bi yekitî û tifaqa gelê xwe ve em ê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê û afirandina jiyanek azad."

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand.

Di peyamê de qala wateya cejnê hate kirin û hate ragihandin ku ew her sal vê cejnê weke destpêka jiyaneke nû pêşwazî dikin.

YBŞ’ê işaret bi êrişên li ser civakê, plan û lîstikên qirêj kir û destnîşan kir ku armanc ji van êrîş û planan tunekirina bawerî, ol û pîroziyên êzidiyan e.

Di peyamê de hate gotin, “Dixwazin bi vê yekê di şexsê civaka me de hemû nirxên mirovahiyê tune bikin e. Lê belê tevî hemû van êrîş û planên qirêj civaka me ji baweriya xwe ne hatiye qutkirin berovajî vê bi mezintir temsîliyeta mirovahiyê kiriye.”

YBŞ’ê ragihand ku ji bo cejn bi kêfxweşiyeke bilind bê pîrozkirin, berdêlên giran hatine dayin û got, “Bi vîna ku piştî fermanê hate afirandin, 9 sal in civaka me bi têkoşîneke bêhempa vê rojê pîroz dike.”

YBŞ’ê destnîşan kir ku bi misogerkirina Xweseriyê re wê cejna Çarşema Serê Nîsanê hîn bi wate bikin.

Di peyamê de ev bang li civakê hate kirin: “Li dora hev bibin xelek û destketî, bawerî, nirx û ola xwe biparêzin.”

Di dawiya peyama YBŞ’ê de cangoriyên êzidxanê bi rêzdarî hatin bîranîn û cejn li lehengan, malbatên şehîdan, gel û hemû hevrêyan hate pîrozkirin.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vê peyamê bi dawî bû:

“Weke YBŞ û YJŞ em car din wê sozê didin ku bi yekitî û tifaqa gelê xwe ve em ê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê û afirandina jiyanek azad.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar