Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

YBŞ‘ê nasnameya şehîdek xwe aşkera kir

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şervanê wan yê bi navê Şervan Êzidxan di encama êrîşa artêşa Iraqê de li bajaroka Sinunê ya ser bi Şengalê şehîd bûye.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Rêheval Şervan Êzîdxan di destpêka fermanê ku 2014’an de li ser gelê me pêk hatî de tev lİ nava refên me bû. Ew êşa ku gelê me kişand bi çavên xwe ve şahîdî kiribû û ji bo pêşiya fermanê bigire biryara xwe ya tevlibûnê da. Ji destpêka fermanê heya niha çi erk û rol ketiye ser milê wî rêheval Şervan bêteredût pêk anî û her karê xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Rêheval Şervan Êzîdxan ji bo xwe parastinê û ava kirina hêza cewherî rolekî pir girîng lîst. Ew her tim bi ked û coşa xwe di nav hevalên xwe de dihate nasîn û bi berpirsiyartiyek mezin rê nîşanê hevalên xwe dida. Ji roja tevlibûnê heya roja şehadetê ji bo parastina civaka me pêş de cih digirt. Dema şer qewimî jî ji bo xaka pîroz û gelê xwe biparêze heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da. Windahiya rêhevalê me ji bo me cihê xemgîniyek mezin bû. Em di serî de ji malbatê wî re sersaxî dixwazin û dibêjin ku ala şehîdan yê ku me dewr girtiye emê heya dawî  bilind bikin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nav: Şervan Êzîdxan

Dîrok û Cihê ji dayîkbûnê: 03.03.1991/Sinunê

Dîroka Tevlibûnê: 2014 – Şengal

Dîrok û Cihê şehadetê:  02.05.2022 – Sinunê/Şengal“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar