Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Yekemîn çalakiya 25’ê Mijdarê li Qeladizê pêk hat

Li navçeya Qeladizê bi boneya 25’ê Mijdarê li Dibistana Amadeyî ya Keçan semînerek têkildarî li cîhan û Kurdistanê rol û misyona jinan hate dayîn

Li Dibistana Amadeyî ya Keçan a Qeladizê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya li ser Jinan semînek ji bo xwendekarên pola 10’emîn organîze kir. Ev yekemîn çalakiya pêngava 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan e ku di çavçoveya 25’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin.

Semîner ji aliyê Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Sêwe Emîn ve hate dayîn. Di semînerê de bal kişand li ser dîroka roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Sêwe Emîn îşaret bi pêşengiya jinan a ji bo yekitiya neteweyî û azadî kir û jinên rojavayê Kurdistanê weke mînak nîşan da û wiha got: “Xwişk û dayikên me li rojavayê Kurdistanê pêşengên şoreş û berxwedanê bûn. Mînak Şehîd Hevrîm Xelef, dayê Eqîde û Amara Kobanî yek ji wan pêşengan in ku li dijî dagirkerî û pergala mêrsalarî têkoşiyan û şehîd bûn. Lewma em ê heta dawiyê rêya wan bişopînin.”

Her wiha Sêwe Emîn destnîşan kir ku roj bi roj li Herêma Kurdistanê xwekuştina jinan zêde dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew erka ku dikeve li ser milê me ya ji bo hişyarkirina jinan û civakê em ê pêk bînin. Divê ji bo wekhevî û jiyan bi hev re her kes xwe berpirs bibîne. Heta ku êdî jin nebin qurbanê bêhiqûqî û pergala mêrsalariyê.” QELADIZ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar