Platforma Yekitiya Jinên Kurd, Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û wiha got: “Me ji Dêrsimê heta Efrînê komkujiyên li ser gelê kurd ji bîr nekiriye. Êdî em kuştina yek kurdekî jî qebûl nakin. Rizgariya kurdan bi rêya tifaqa kurdan pêkan e.”
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi boneya salvegera 31’emîn a Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Platforma ku di daxuyaniya xwe de komkujiyê şermezar kir û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî, ev tişt anî ziman: “ Adar meha azadiya jin û gelê kurd e. Ji ber vê sedemê ye ku komkujiyên ku tu car ji bîr nabin jî di meha adarê de ne. 16’ê Adara 1988’an de hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrdar komkujiyeke mezin li gele sivîl ê Helepçeyê pêk anî. Di encamê de herî kêm pênc hezar zarok, jin, mêr, kal û pîr hatin qetilkirin. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî komkujiyên li ser kurdan û Helepçe qet ji bîr nabe. Me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal, kurdên Feylî, yersan, Nisêbîn, Efrîn, êzidî, Şengal, Qamişlo, Cîzîr, Roboskî û her wekî din jî tu car ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.
Ji xeynî dagirkeran kêfa kesekî/ê bi kuştina kurdan nayê. Êdî em wekî netew qetilkirina yek kurdî/ê jî qebûl nakin. Yek canê ku em bidin dagirkera tune ye. Dîsa parastina kurdan ji dagirkera tenê bi rêya tifaqa kurdan pêkan e.
Em wekî Yekitiya Jinên Kurd, bi taybet Helepçe û hemû komkujiyên ku li Kurdistanê pêk hatine şermezar dikin.” AMED