Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

YPG’ê 4 sîxurên dewleta tirk girt

YPG'ê ragihand ku 4 sîxurên agahî didan dewleta tirk a dagirker girtine

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 4 sîxurên dewleta tirk a dagirker girtine.

YPG’ê destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker di her firsendê de êrîşî şoreşa Rojava û Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê dike û dixwaze bi rêya îstîxbaratê encamê bigire û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, tîmek îstixbaratê ku ji 4 kesan pêk tê (Xeder Mihemed El-Ezzo, Mahmud Mohamed El-Ezzo, Ehmed Husên Cerceb, Eymen Mihemed El-Nasir) ji bo ku der heqê noqteyên leşkerî û fermandaran de agahiyan kom bikin û gelek fealiyetên cuda bikin, ji aliyê dewleta tirk ve hatiye erkdarkirin.

Ev kom meha mijdarê di encama operasyoneke taybet de ku ji aliye Tîmên Operasyonên Leşkerî û Yekîneyên Antîterorê ve hat lidarxistin, hat girtin. Bi vê operasyonê pêşî li êrîşên ku vê komê dixwest li hember gelê me bike, hat girtin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku kesên hatin girtin, li xwe mikur hatine ku amadekariyên êrîşan kirine û agahiyên îstîxbarî kom kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar