Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

YPJ’ê bi çekên giran li dagirkeran da: Gelek kuştî û birîndaran wan hene

YPJ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan îro saet di 11.30’an de li Serêkaniyê bi çekên giran li dijî hêzên dagirker çalakiyeke bibandor pêk anîn û gelek leşker û çeteyên dagirker hatine kuştin. YPJ’ê dîmenên çalakiyê jî parve kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Serêkaniyê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi çekên giran çalakiyeke bibandor pêk anîne.

Di daxuyaniya YPJ’ê de hat gotin ku Pêngava Cenga Rojava li bajarê Serêkaniyê di roja şeşemîn de bi berxwedaneke dîrokî didome û ev agahî hatin dayîn: “Li eniyên rojhilat û rojavayê bajêr, her wiha li xeta sînor bi xwe jî şerekê pir dijwar diqewime. Şervan bi fedekarî û lehengiyeke mezin bersiv didin êrîşên artêşa tirk a dagirker.

Şervanên YPJ û HSD’ê li dijî komên çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker îro saet di 11:30’an de bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiya hêzên me de gelek kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn. Lê hejmara wan nehate tespîtkirin.”

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê dîmenê çalakiyê jî weşand. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar