Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

YPS’ê li hember firoşkarê madeyên hişber çalakî kir

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan a YPS’ê ragihand ku li Nisêbînê hişyarî daye firoşkarekê madeyên hişber, li Stenbolê jî 'xebatkarek' AKP'ê ceza kirine

Navenda Nûçeyan |

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan a YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 6’ê cotmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi armanca hişyarîdayînê bombeyek çêkirî avêtine mala firoşkarê madeyên hişber S.A.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku firoşkar S.A yek ji kesên ku li Nisêbînê madeyên hişber tîne û dibe ye û ev hişyarî da: “Di heman demê de endamê Ocaxên Osmanî ye. Divê were zanîn ku ger hişyariya me li ber çavan negire, em ê yekser wî bikin hedef.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di 23’ê tebaxê de li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ‘Kesê ku xebatkarê AKP’ê ye hatiye cezakirin’ û wiha hat gotin: “Dema agahiyên berfireh bighîjin berdestê me, em ê bi raya giştî re parve bikin.”

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan a YPS’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Ev çalakiyane li dijî komploya 9’ê Cotmehê û bi armanca piştgirî dayîna berxwedana ku li Îmrali, Kurdistan û her dera cîhanê pêk tê, hatine kirin. Li ser vî bingehî di serî de jin û ciwanên kurd, her kesî vedixwînin ku têkoşînê bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar