Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

YSK’ê qedexeyên ji bo hilbijartinê ragihandin

YSK’ê biryarên nû yên der barê qedexeyên ji bo hilbijartina herêmî ku dê di 31’ê adarê de bê lidarxistin, di Rojnameya Fermî de ragihandin

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryarên xwe yên nû yên ji bo hilbijartinên herêmî di Rojnameya Fermî de parve kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ‘hilbijartineke bi tendurist û bi rêk û pêk’, biryara qedexekirina vexwarinên bi alkol, hilgirtina çekan û weşanê hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya YSK’ê, biryarên hatine wergirtin wiha ne;

* Di roja hilbijartinê de ji saet 06.00’an heta 24.00’an firotina vexwarinên bi alkol, firotin û dayîna hemû cureyên vexwarinên bi alkol a li her deverekê umûmî qedexe ye.

* Ji bilî peywirdarên emniyetê tu kes nikare li gund, navçe û bajaran çekan li ser xwe bigerîne.

* Roja hilbijartinê di saetên dengdayînê de vekirina hemû kargehên wek çayxane û kafeyan qedexe ye.

* Di roja hilbijartinê de heta saet 18.00’an, hemû weşanên têkildarî hilbijartinê, encamên hilbijartinê, texmîn û şîroveyên der barê hilbijartinê de qedexe ne.

* Ji saet 18.00’an heta 21.00’an hemû radyo û dezgehên ragihandinê tenê dikarin nûçe û agahiyên ji hêla YSK’ê ve hatine diyarkirin, biweşînin.

* Hemû weşan piştî saet 21.00’an serbest in lê ger ku YSK pêwîst bibîne,  dikare beriya saet 21.00’an jî biryara weşana serbest bide.

* Dawetên ku di vê rojê de tên kirin jî divê li gorî biryarên hatine destnîşankirin bin û piştî saet 18.00’an bên kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar