Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Yuksel Genç: Li seranserê Tirkiyeyê xwekuştin zêde ye

Kordînatora SAMER’ê Yuksel Genç da zanîn ku di 24 salan de xwekuştin zêde bûne û got: “Li seranserê Tirkiyeyê xwekuştin zêde ne. Rewşa siyasî ya Tirkiye tê de ye, nirxên civakî bandor li ser xwekuştinê dike. Têkiliya xwekuştinan bi pêrgalê re heye.

Di serdema desthilatdariya faşîst a AKP’ê de pirsgirêkên civakî zêde bûn û bê çareserî man. Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav zêdebûna xwekuştinan e. Navenda Lêkolîna Qada Polîtîka Civakî bi armanca sedemên xwekuştin lêkolîn bike daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) yên di navbera 2000-2023’an jî dihewand analîz kir. Li gorî raporê li Tirkiyeyê di 25 salan de xwekuştin 2.25 kat zêde bûne. Herî zêde jî di 2022’an de hatine jiyîn. Di 2000’î de hezar û 802 kesan xwe kuştine û ev di 2022’an de 4 hezar û 218 bûn. Xwekuştin herî zêde navbera temenê 20-24 û 25-29 de pêk hatine.

Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî (SAMER) Yuksel Genç der barê raporê de axivî. Yuksel Genç bal kişand ser sedemên xwekuştinê û da zanîn ku di her bûyera întîxarê de sedemên malbatî, civakî, bajar, pisgirêkên aborî, psîkolojîk û siyasî hene û got: “Rizandinek, xerabûn û têçûnek dertê holê. Tu bûyerek xwekuştinê divê kesayetî neyê destgirtin û di heman demê de divê encama jiyana civakî û koleketîf bê nirxandin. Divê encama bandora civakî ya li ser şexs bê dîtin. Ji ber vê xwekuştin tenê bi şexs nayê sînokirin. Divê bi giştî çîroka wê civakê bê analîzkirin. Mînak bi kesên ku rewşa perwerdehiya wan bilind, aboriya wan baş û temenê navîn derbas kiriye de bûyerên xwekuştinê bisînor in. Di nava pirsgirêkên çandî-civakî û aborî de kes ber bi xwekuştinê ve diçin û bûyer zêde dibin.”

Yuksel Genç li ser zêdebûna xwekuştinên li Sêrt, Şirnex û Colemêrgê rawestiya û wiha domand: “Li bajarên Kurdistanê li gorî giştîbûna Tirkiyeyê rêjeya xwekuştinê hinek kêm e. Li herêma Sêrt, Şirnex, Colemêrgê xwekuştinê zêde ne. Ji ber vê ev nokteyeke divê bê nîqaşkirin. Dîsa li Stenbol, Antalya û Egeyê jî bûyerên xwekuştinê zêde rû didin. Mînak di întîxarên zarokan de Amed di rêza yekem de ye. Divê ev bê nîqaşkirin. Li Bedlîs-Sêrtê xwekuştinên jinan zêde ne. Li Rihayê zêde ye. Divê ev bên lêpirsînkirin.”

Genç axaftina xwe wiha domand: “Xwekuştin li herêmê encama krîza pir alî ya ku rejîm û pergal derdixin holê, pêk tên. Bêguman sedemên din yên bandor li zêdebûna xwekuştinan dike hene. Xwekuştin li gorî gundan li bajaran zêdetire. Li bajaran bûyerên xwekuştinê zêdetir rû didin. Li seranserê Tirkiyeyê xwekuştin zêde ne. Rewşa siyasî ya Tirkiye tê de ye, nirxên civakî bandor li vê dikin. Têkiliya xwekuştinan bi pêrgalê re heye. Xwekuştin encama krîza pir alî ye. Bêguman aborî û betalî bêhêzêbûnê derdixe holê û îradeyê dişkîne, zirarê didê.”

Yuksel Genç bi lêv kir ku xwekuştinên jinan carnan zêde dibin û di demên ku civak parçe dibe û jin bê piştgirî dimînin, xwekuştin zêde dibe. Yuksel Genç ev tişt bi lêv kir:“Di navbera 2020 û 2023’an de xwekuştin jinan pir zêde bûne. Bêguman divê ev bên lêkolînkirin û çend sedemên wê hene. Yek parçebûna civakê û neçareserkirina krîza civakî ye. Li aliyê din jî serdestiya mêr cihê jinê yê di civakê de li ber çavan nagire û mafan binpê dike. Girêdayê vê jî xwekuştin zêde dibin. Sedema zêdebûna xwekuştinên li herêmê li ser hinek esasan e. Li hinek cihan ji ber nirxên civakî, polîtîk û siyasî tên binpêkirin bûyerên xwekuştin zêde dibin. Bi taybet li herêmê zêdebûna cînayetên jinan girêdayê sedemên xwekuştinê ne jî.”

Yuksel Genç bal kişand ser xwekuştinên zarok û ciwanan û got evqas zêdebûna xwekuştin anormalbûna li Tirkiyeyê nîşan dide û divê ev bê nîqaşkirin û wiha bi dawî kir: “Ev derdixe holê ku divê em lêkolînek taybet bikin û vê bikin rojeva xwe. 24 salan de li Tirkiyeyê herî zêde navbera temenê 20-24’an de xwekuştin pêk hatine. Li bajarên Kurdan herî zêde navbera 15-19’an de pêk hatine. Dem derbaskirina li ser înternetê bandorek mezin li ser xwekuştinê dike. Başkirina tiştekî, çareserkirina pisgirêkekê, ji pirsgirêkê xilasbûn girînge û divê mirov sedema wê bizanibin.Di vê mijarê de sedem neyê zanîn wê demê di vê mijarê de jî çareserî nayê xwestin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar