Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Zarok li MA Musicê bi zimanê de distirin

Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wan li Stenbolê Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo vekiriye û got ku divê li her derê Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê vekirin da ku zarokên kurd li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe stranan bibêjin.

Ma Music li dijî qirkirina çand û zimanê kurdî lez daye xebatên xwe. Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar li ser vekirina Dibistana Zarokan a Musîcê ya Egîdê Cimo ya li Stenbolê hat avakirin axivî. Kanîwar got ku pêwîst e li her derê Dibistanên Zarokan ên Ma Musîcê bên vekirin da ku zarokên kurd li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe stranan bibêjin.

Kanîwar diyar kir ku dê zarokên di navbera 2 û 12 salî de li Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo perwerdehiya muzîkê bidin û got ku perwerde dê bi kurdî be. Kanîwar diyar kir ku dê û bav jî dikarin beşdarî perwerdeya zarokên 2, 3, 4 û 5 salî yên tên Dibistana Egîdê Cimo bibin û rola dê û bavan jî di pêvajoya hînbûnê de girîng e û wiha got: “Ji ber ku em li vir hînî muzîka kurdî bibin, lê ger em li malê bi kurdî neaxivin, dê û bav muzîka kurdî ji zarokên xwe re lênexin, perwerdehiya li vir bêwate ye. Li vir ezmûn tên kirin ku ka zarokên li vir dikarin ji bin barê 75 saet rîtma muzîkê rabin. 6 salan perwerdehiyê dibînin. Du salên ewul perwerdehiya muzîka kurdî, perwerdehiay rîtmê, perwerdehiya bi zmanê kurdî û perwerdehiya govendê digirin. Di sala 2’yan de zarok enstrumana xwe hildibijêrin. Û paşê hêdî hêdî koma orkestrayê çêdibe.”

Kanîwar da zanîn ku Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo wekî mekan ji bo perwerdehiyê ne cihekî guncaw e, lê armanca wan ew e ku di meha Hezîranê de gundê Zarok Ma’yê ku ji bo perwerdehiya pedagojîk a zarokan guncav e, ava bikin. Kanîwar got ku dê ji bo vê kampanyaya hevgirtinê bidin destpêkirin. Kanîwar da zanîn ku ji bo Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo serlêdanên qeydkirinê zêde ne û ev 8 sal in li Stenbolê bi rêya hesabên medyaya sanal serlêdana vekirina dibistana Ma Musîcê tê kirin.

Ji perwerdekarên Ma Musîcê Sarya Ertaş jî bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdan û wiha got: “Kincên em li xwe dikin jî tamûl nakin, lewma êrişên wan ên li ser zimên me matmayî nakin. Ger em qadên ku zarokên kurd tê de karibin xwe îfade bikin ava nekin, wê polîtîkayên asîmlasiyonê zêde bibin. Sedema ku me vê dibistanê vekir jî zîndekirina kurdî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar