Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Zarokeka êzdî hate rizgarkirin

​​​​​​Rêveberiya Kampa Holê zaroka êzdî Mehwer Semîr Reşo ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin û li kampê dima, radestî Meclisa Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê kir

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal kir. Di êrîşê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin û zêdetirî 5 hezar keç û jinên êzdî jî hatin revandin. Kesên hatin revandin jî ber bi herêmên Iraq û Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn ve birin.

Di encama pêngavên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li dijî DAIŞ’ê de bi sedan jin û zarokên êzdî hatin rizgarkirin. Kesên hatine rizgarkirin jî bi rêya desteya jinan û Meclisa Mala Êzdiyan gihandin malbatên wan ên li Şengalê.

Rêveberiya Kampa Holê zaroka êzdî Mehwer Semîr Reşo ku li nava malbatên çeteyên DAIŞ’ê de dima, hilgirt û radestî Meclisa Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê kir. Hat zanîn ku Mehwer Semîr Reşo ji gundê Herdan ê Şengalê ye.

Mala Êzidiyan piştî ku jinên êzdî werdigire, bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê re dikeve nava pêwendiyan û radestî malbatên wan dike. Li gorî agahiyên meclisê, meclisê heta niha zêdetirî 53 jinên êzidî radestî malbatên wan kirine. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar