Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

‘Zarokên baş’ ên dewletê beraet kirin!

Bersûcên bombekirina Pirtûkxaneya Umudê ya Şemzînanê Alî Kaya û Ozcen Îldenîz ên leşker û îtîrafkar Veysel Ateş ku berê hatibûn cezakirin û pişt re cezayê wan hat xerakirin, hatin beraetkirin

Danişîna biryarê ya doza binefser ên leşker Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku Pirtûkxaneya Umudê ya Şemzînanê bombe kiribûn, li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûc beşdarî danişînê nebûn. Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û gelek parêzer amade bûn. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û gelek parêzer û kes piştgirî dan Seferî Yilmaz.

Parêzerê bersûcana Yurdakan Yildiz îdia kir ku darizandinên tên kirin hemû mîzansen in û xwest bersûc werin beratkirin.

Me wan li ser sûc girt

Seferî Yilmaz jî parastinê kir û destnîşan kir ku dozger di mutalaya xwe de bi alî tevdigere û di kêliya bombekirinê de sê kes li pirtûkxaneyê bûn û da zanîn ku şandeya pispor dibêje ku kêliya teqînê kes li wir nebûye lê belê yên birîndar xilas bûne hene û ji ber dijwariya bombeyê hê jî di guhê wî de xesar heye.

Yilmaz destnîşan kir ku piştî teqînê wî daye dû Veysel Ateş û 60 metre li pêş xwe li wesayîtek parqkirî girtiye û ev tişt anî ziman: “Me van kesan di wesayîtê de li ser sûc girt. Alî Kaya ji bagaja wesayîtê rakir kalaşnîkofê û xwest xelkê gulebaran bike. Lê xelk ji vê re bû asteng. Ev sûcdar li ser kar hatin girtin û radestî dewletê hatin kirin. Tevî ku her tişt şênber e jî lê ji bo bersûcan daxwaza beraetê dide nîşandan ku dozger bi alî tevdigere.”

Zarokên baş ên dewletê!

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar jî anî ziman ku ev doz ne dozek hesab dayînê ye û tevî ku sûcdar li ser kar hatine girtin jî lê dîsa tên beraetkirin.

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û parêzerên din daxwaza dema zêde kirin û dadgehê navber da danişînê.

Piştî navberê dadgehê daxwaza zêde parêzeran red kir û ji bo bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ku wek ‘zarokên baş’ tên nasîn, biryara beraetê da. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar