Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

‘Zihniyeta talanê rê li ber van felaketan vedike’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji malbatên kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û destnîşan kir ku: “Zihniyeta talanê rê li ber van felaketan vedike.”

Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez têkildarî felaketa lehiyê ya li Riha, Semsûr, Meletî û Amedê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lehî ku bû felaketa duyemîn piştî erdhejê, nîşaneya krîza rêveberiyê ye. Em naxwazin van felaketan û mirina mirovan normal bibînin. Êdî sebra me nema ye ku mirovekî me ji ber felaketên bi vî rengî jiyana xwe ji dest bidin. Em bi hev re dibînin ku felaketên diqewimin vediguherin krîzên piralî. Li cihên ku felaketa lehiyê rû da, binesaziya veguhastinê hilweşiya ye. Li Rihayê çem fûriya, bajar û konên ji bo mexdûrên erdhejê hatin vedan di bin avê de man.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bûyerên piştî felaketa erdhejê qewimîn ji bo desthilatdariyê rûreşî ye û hate gotin, “Piştî van felaketan tiştekî ku desthilatdarî bike nemaye. Her gava ku diavêje dibe sedema felaketê. Konên ji bo mexdûrên erdhejê hatin vedan di nava avê de man ku ev yek nîşaneya bêkêriya desthilatdariyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi guhertina vê desthilatdariyê re wê jiyaneke nû ya ji bo hemû zindiyan ewle ye ava bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar