Vaye çend meh in nîqaşên ji bo pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di nava du mehên dawî de du caran hevdîtin bi Rêber Apo re hatin çêkirin. Rêber Apo di wan hevdîtinan de zimanekî erênî û çêker bi kar anî û riya çareseriyê nîşan da. Ji bo vê yekê jî heyeta HDP’ê ya Îmraliyê jî çend roj in serdana partiyan dike û helwesta Rêber Apo ji wan re radigihîne. Lê li aliyê rayedarên dewletê jî daxuyaniyên ecêb hene.
Mesela Erdogan heta niha ji bo vê pêvajoyê gotinek erênî jî bi kar neaniye. Wezîrên AKP’ê jî bi heman rengî tevdigerin. Zimanekî xerab û qirêj bi kar tînin. Radibin û rûdinên qala çekdanîna PKK’ê dikin. Yanî wekî ku pirsgirêka Tirkiyê hemû ew çeka di destê PKK’ê de be nîşan didin. Ji bilî wê jî ti nîqaşan nakin. Yanî nabêjin gelo ew çek çima di destê PKK’ê de ye. Û ji bo ku PKK’ê biqedînin jî 40 sal in nekarîn ti encamê bi dest bixin. Herî dawî jî neçar man ku xwe bavêjin ber lingê Rêber Apo. Niha jî wekî ku PKK muhtacî pêvajoyeke çareseriyê ye nîşan didin.
Em dibînin ku yê di zorê de ye dewlet e. Yê ku nekarî PKK’ê biqedîne dîsa dewlet e. Û niha yê herî xurt jî PKK ye. PKK ji her demê zêdetir xurt bûye û îro li her qadê nav û dengê wê heye. Ji qada eskerî heta siyasî û civakî xwe îspat kiriye. Îro li qada dîplomasiyê jî beyî PKK’ê kes nikare hesaban bike. Li ser axa rojhilata navîn beyî PKK’ê kes nikare kevirekî jî bileqîne. Îro dewleta Tirk jî di pozîsyona herî qels de ye. Bi hilweşîna rejîma Sûrî re gotina wan jî qediya. Di siberoja Sûrî de jî wê siyaseta wan nebe. Lewma jî dîtin ku her dor li wan teng bû, neçar man xwe bavêjin ber lingê Rêber Apo. Ew dizanin ku di dîzaynkirina rojhilata navîn de Kurd hêza pêşeng in. Ji bo vê yekê jî dixwazin bi Kurdan re li hev bikin. Lê ji kirinên wan em tiştekî din dibînin.
Erdogan û rayedarên dewletê zimanekî qirêj li dijî PKK’ê yanî Kurdan bi kar tînin. Wê demê em jî bipirsin; gelo derdê we çi ye? Eger hûn çareseriyê dixwazin, wê demê mejiyê xwe û zihniyeta xwe biguherînin. Divê beriya her tiştî hûn Kurdan qebûl bikin û nas bikin. Nabe ku hûn Kurdan û Rêberê wan terorîst nîşan bidin. Eger Erdogan û rayedarên wî vê yekê bikin, wê civaka Tirk jî bi vî rengî tevbigere. Li ser çapemeniya xwe ya qirêj bi şev û roj heqaretê li Kurdan dikin û Kurdan tine dihesibînin. Eger ev dewlet bi vî rengî tevbigere wê her carê wenda bike. Wê demê em dizanin ku tiştek ji vê dewletê dernakeve. Eger ev dewlet zihniyeta xwe biguhere wê zimanê wan jî xweş bibe, wê demê em dikarin qala lihevkirinekê bikin. Lê di rewşa heyî de mirov nikare baweriyê bi vê zihniyeta gemarî re bîne. Divê beriya her tiştî guhertineke cidî di zimanê wan de çêbibe. Dev ji wî zimanê qirêj û gemarî berdin û zimanekî çêker bi kar bînin. Eger birastî jî em ê li hev bikin, wê demê divê li gorî wê tevbigerin. Bi zihniyeta dijminatiyê tevdigerin û qala çareseriyê dikin. Pêvajoyeke bi vî rengî nameşe.